K24

    ‘ Erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku guh bide daxwazên xwepêşanderan’

    NAVENDA NÛÇEYAN – KNK’ê diyar kir ku erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku guh bide daxwazên xwepêşanderan û got: “Rêya herî baş pêkanîna hilbijartineke lezgîn a ji zext û sextekariyê dûr e.”
    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), der barê xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
    Di daxuyaniya KNK’ê de wiha tê gotin: “Em weke Nûnertiya Başûr di nava Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de dibêjin ku erka hikûmeta herêmê ye ku nirxandineke objektîf ji bo daxwaz û xwestekên welatiyên Başûr bikin. Em paşguhkirin û pêkneanîna van daxwazan rewa nabînin.”
    Di daxuyaniya KNK’ê de tê gotin ku mafê welatiyên Başûrê Kurdistanê ye ku ji bo bidestxistina jiyaneke baş, xwepêşandan û meşên aştiyane û sivîl ên demokratîk li dar bixin.”
    KNK dubare daxwaza pêkanîna hilbijartinê ji Hikûmeta Herêmê kir û herî dawî got: “Bi dîtina me ji bo di sîstema hikûmraniyê de deriyê guhertinan vebe, rêya herî baş pêkanîna hilbijartineke bi lez a ji zext û sextekariyê dûr e. Ji bo ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî aştiyane û demokratîk parlamento û hikûmeteke nû hilbijêre, çi di navxweyî de dibe û çi jî di asta Iraqê û derve de jî dibe, dengvedana îradeya gel û pêkanîna daxwazan pêwîst e.”
    (kc)

    Top News