K24

    QSD‘ê dewreyên perwerdeyê li ser endizyariya rakirina mayînan û sûqastê  vekir

    NAVENDA NÛÇEYAN – Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a QSD‘ê yekemîn car dewreya perwerdeyê li ser endizyariya rakirina mayînan û sûqastê hate vekirin.
    Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ya li navçeya Eyn Îsa bi tevlîbûna 60 şervanan cara yekemîn dewreyên perwerdeyê li ser endizyariya rakirina mayînan û sûqastê têne vekirin.
    Di vê çarçoveyê de, bi navê Şehîd Feyad El-Şiblî dewereyeke perwerdeya ya endizyariya rakirina mayînan û bi navê Şehîd Sariya Ronahî dewreya perwerdeya ya sûqastê hatin vekirin.
    Bi armanca vekirina dewreyan merasîm hatin lidarxistin
    Merasîm bi tûraneke leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.
    Ji rêveberên akademiyê Kanî Ehmed axivî û vekirina dewreyê li endaman pîroz kir û tekezî li ser girîngiya herdu dewreyan kir.
    Ehemd destnîşan kir ku 60 şervan beşdarî dewreyê bûne û dê di nava 45 rojan de waneyên li ser rakirina mayînan û bê bandorkirina wan, perwerdeyên sûqast û bikaranîna çekên sivêk, navîn û nû bibin.
    Kanî Ehmed got “Endamên vê dewreyê dê bibin stûna sereke ya QSD‘ê.”
    (bb)

    Top News