K24

    Ciwanên Qamişlo ji bo azadiya Ocalan herikîn ser sînor

    QAMIŞLO – Ciwanên bajarê Qamişlo di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de herikîn ser sînor û xelekê ji agir vêxistin.
    Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dehan ciwanên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya ewlehî berê xwe dan ser sînorê di navbra bajarê Qamişlo û Nisêbînê
    Ciwanan  dirûşemeyên “Serî Hilde, Bê Serok Jiyan Nabe û Erdogan Terorîst” beriz dikirin.
    Li ser sînor xelekên ji agir hatin pêxistin û dirûşmeyên “Em ê girtîgeha Îmralî bikin bajarê fikirê azad, ji Ocalan re azadî û Serî Hilde”  hatin qîrkirin.
    Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleyê de dê her roja înê ber bi sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbîn ve biçin.
    (bb)
    ANHA

    Top News