K24

    Li Efînê konsêrta vejandina stranên folklorîk

    EFRÎN –  Navenda  Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc a kantona Efrînê ji bo vejandina stranên folklorîk bi beşdarbûna hejmareke dengbêjan konsêrtek li dar xistin. Konsêrt bi diûrşmeya “Kevneşopiya me jiyana me ye” li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Effrînê hate lidarxistin. Di çarçoveya konsêrtê de rêzeçalakiyên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin. Hejmareke dengbêjên herêmê û endamên Koma Çiyayê Kurmênc beşdarî konsêrtê bûn. Her wiha bi dehan şêniyên kantonê amade bûn. Konsêrt bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê dengbêj Elî Dawûd û Xedica Hesen daketin ser dike û stranên folklorîk ên kurdî pêşkêş kirin. Di dawiyê de, xelekên govendê li gel awazê zirnê hatin gerandin. (bb) ANHA

    Top News