K24

    Li Tebqayê yekemîn Mehrîcana Hespên Erebî yên Esîl hate lidarxistin


    TEBQA – Li bajarê Tebqayê yekemîn Mehrîcana Hespên Erebî yên Esîl hate lidarxistin.  Mehrîcan di çarçvoeya HemleyaʺSerî Hildeʺde hate organîzekirin. 
    Siwarbûna hespan yek ji çandên kevnar ên herêmê ye. Piştî herêma Tebqayê hate rizgarkirin, gelê herêma ew çanda xwe ya ku bi salane jê hatibûn mehrûmkirin, jinûva  vejîn kirin.
    Di mehrîcana Hespên Erebî yên Esîl de ku li bajarê Tebqayê hate organîzekirin, 4 jê ciwan 10 siwarên hespan beşdarî bûn.
    Hevserokên Meclîsa Rêveber û Zagonsaz ên Tebqayê, hevserokên komîteyên Meclîsa Rêveber, bi sedan sivîl, endamên saziyên leşkerî û sivîl jî beşdarî mehrîcanê bûn.
    Mehrîcan bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Hamid Ebdullrehman El-Ferec axivî û giringiya hespan ji bo gelê Tebqayê anî ziman.
    Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Nûr El-Edad navên siwarên ku beşdarî mehrîcanê bûn tevî navên  hespên wan û eslên wan anî ziman.
    El-Edad behsa taybetmendiyên hespên erebî ên esîl kir.
    El-Edad got wê di buharê de  pêşbirkên mezin li dar bixin.
    Di dawiya merhîcanê de, siwar hatin xelatkirin.
    (kc)
    ANHA




    Top News