K24

    Gelo Rûsya karê xwe bi Tirkan qedand û li wan qulipî?

    TÎRAST CÛDÎ
    EFRÎN – Hêzên Rêjîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li gundewarê Îdlibê pêşde diçin û sînorên hevpeymana bi Tirkiyeyê re derbas kirine. Tê gotin ku niyeta wan tune ye ku bisekinin!?
    Rojên dawiyê hevpeymaneke veşartî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de eşkere kirin. Van aliyan li hev kiriye ku gundewarê başûr û rojhilatê Îdlibê bikeve bin serweriya rêjîmê û di encamê de çeteyên “Tehrîr El-Şam” di erdnîgariyeke teng de dorpêçkirî bimînin.
    Rûsya dixwaze bi vê yekê helwesta xwe di danûstandinên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê de xurt bike, lê hin guhertinên ku vê dawiyê çêbûne diyar dikin ku Rûsya tenê li vir nasekine.
    Li gorî hevpeyamê, parêzgehê Îdlibê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de dê were parçekirin û li beramberî vê yekê wê Rûsya rê bide ku hêzên Tirkiyeyê li derdora Efrînê bi cih bibin.
    Lê guhertinên vê dawiyê diyar dikin ku niyeta Rûsya û rêjîma Sûriyeyê heye ku maseyê li ser serê Tirkan biqulipînin. Divê neyê jibîrkirin ku Rûsya û rêjîmê sînorê vê hevpeymana veşartî derbas kirine.
    Rûsya ji bo ku di vê operasyonê de bi ser bikeve hemû hêza xwe xistiye dewrê, di heman demê de Îranê jî hêzên xwe li vir zêde kirine.
    Tirkiye jî piştî ku ferman daye komên çete yên bi serkêşiya El-Nusra ku ji balafirgeha Ebû El-Dihûr vekişin, pêşketina hêzên rêjîmê dişopand. Çeteyên El-Nusra jî ev yek di cih de pêk anîn û paşde vekişiyan, lê hêzên rêjîmê tenê li wir nesekinîn û sînorê hevpeymana bi Tirkiyeyê re derbas kirin.
    Ji ber vê çendê dewleta Tirk ji nişka ve derket sahê û bombebarana Rûsya ya li dijî nuqteyên El-Nusra şermezar kir.
    Li gorî hevpeymana Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, divyabû ku hêzên rêjîmê ji gundewarê parêzgeha Hemayê ber bi Balafirgeha Ebû El-Dihûr ve dest bi êrîşên xwe bikin, bi vê yekê re jî herêma rojhilatê xeta trênê ya Heleb-Hema bikeve bin parastina asîmanî ya Rûsyayê. Divyabû aliyê rojavayê xeta trênê jî di bin kontrola çeteyên El-Nusra û komên din ên çete de bimîne, tişta mayî jî di bin kontola Tirkiyeyê de be.
    Lê piştî ku hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsyayê derbasî aliyê rojavayê xeta trênê bûn di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nakokî derketin. Li vê herêmê bajaroka El-Fûa ya dorpêçkirî heye. Ne dûr e ku Rûsya û hêzên rêjîmê dorpêça li ser El-Fûa vekin û bi vê yekê derbasî bajarê Îdlibê bibin. Di sala dawiya 2016’an de jî Rûsyayê heman tektîk da meşandin û hêzên rêjîmê derbasî rojhilatê bajarê Helebê bûn.
    Li vir xalepirsek heye “Gelo Rûsya piştî karê xwe bi Tirkan xelas kir wê maseyê di ser serê wan de biqulipîne? Gelo wê Tirkiye û çeteyên xwe rûpela xwe ya dawî (Îdlib) li Bakurê Sûriyeyê winda bikin?
    (he)
    ANHA

    Top News