K24

    Li Dêra Zorê bi sedan ciwan tevlî QSD’ê bûn


    DÊRA ZOR - Tevlîbûna nava refên QSD’ê didome. Li Dêra Zorê bi sedan ciwan piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê tevlî QSD’ê bûn. Merasîm li bajarokê Kesra a Dêra Zorê bi beşdarbûna Fermandarên QSD’ê yê Herêma Başûr Polat Can, Endamê Têkiliyên QSD’ê Xeyrî Mihemed, endamên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û şêx û rûsipiyên heremê bi rêzgirtinê dest pê kir.

    Piştre Fermandarê QSD’ê yê herêma Başûr Polat Can axivî û got ku tevlîbûna ciwanên Dêrazorê û gundên wê îro herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê û hemû aliyên ku dixwazin bi çarenûsa gelê herêmê bilîze diparêzin û wiha dom kir: “Tevlîbûna ciwanên herêmê nîşana wê yekê ye ku hêzên QSD’ê cihê baweriya gelên herêmê ye. Ji herêmên rizgarkirî zêdeyî 700 ciwan tevlî QSD’ê bûne û niha wê di parastina herêmên xwe de cih bigirin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê herêmê biparêzin.”

    Piştre yek ji şêxên eşîra El-Niêm Şêx Hemed El-Şiyûx axivî û got Hêzên QSD’ê nûnertiya hemû gelê herêmê dike û got: “Şervanên QSD’ê ji hemû pêkhateyan e, hêzên QSD’ê nûnertiya hemû beşên civakê dike. QSD’ê aramî û ewlekarî anî herêmên me, ew hêzên azadî û aştiyê ne, ji bo azadî û rizgarkirina gelê me hatine herêmê.”

    Li ser navê Eşîreya Begara jî Şêx Mihemed El-Esed axivî û got ku bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên QSD’ê aramî û ewlekarî li herêmê pêk hatiye û tevlîbûna ciwanên herêmê ya di nava QSD’ê de girêdana gelê me ya bi QSD’ê re nîşan dide.

    Piştî axaftin bi dawî bûn, şervanan govend gerandin.

    Top News