K24

    Ciwanên Minbicê li gorî perspektîfên Ocalan xwe birêxistin kirin

    ŞERÎF EL-ABO – ISRA REMEZAN
    MINBIC – Bi rizgarkirina bajarê Minbicê re, ciwanan li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan dest bi xwebirêxistinkirinê kirin da ku bibin motika pêşketina civakê û motora wê ya sereke. Ciwan amadekariya lidarxistina duyemîn konferansa xwe dikin.
    Piştî ku bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin ciwanên bajêr ji wê demê ve xebatên xwebirêxistinkirinê berdewam dikin û xwe dispêrin perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û di encamê de gihîştin asteke bilind di xwebirêxstinkirinê de. Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Elî Ehmed El-Ebûd û Endama Rêveberiya Komîteya Ciwan û Wezîşê Bidor Elî fektorên pêşxistina ciwanan şîrove kirin.

    Elî Ehmed El-Ebûd behsa rêzikbûyînên rêxistina girêdayî Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê kir û wiha got: “Girêdayî Komîteya Ciwan û Werzîşê (Meclîsa Ciwanên Minbicê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Yekîtiya Werzîşê û Jinên Ciwan) hejmara endamên van rêxistinan niha bêtirî 800 ciwanên bajarê Minbicê û gundewarê wê ye.”
    El-Ebûd axaftina xwe wiha domand: “Parastina Cewherî li Minbicê û gundewarê wê hate aktîfkirin û hemû tax û gund parastina xwe bi xwe dikin  û ji bo komîteyên ciwanan di nava komînan de bêne avakirin xebat tên meşandin. Yek ji çalakiyên ber bi çav ên ciwanan hemleya paqijkirinê bû ku 6 rojan dom kir. Her wiha dîwarên avahiyên giştî boyax kirin û hemleya alîkariya xwînê dane meşandin.”

    Endama Rêveberiya Komîteya Ciwan û Wezîşê Bidor Elî behsa hemleyên ciwanan kir û wiha got: “gelek hemleyên bi navên ‘Welat welatê me ye û rizgarkirin soza me ye’, ‘Parastina xwe bike’ her wiha rola ciwanan di organîzekirina şevbuhêrkên helbestan û semînerên pêşxistina hişmendiyê de balkêş bûn. Her wiha gelek şahiyên folklorîk organîze kirin û xwepêşandanên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê lidarxistin.”
    Bidor di derbarê xebatên ku ciwanan dane meşandin de wiha got: “ciwanên Minbicê li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwe birêxistin kirin û gelek dewreyên pêşxistina fikrî dane vekirin û akademiyên taybet bi jinên ciwan hatin vekirin. Hejmara dewreyên hatine bidawîkirin 9 dewre ne û bêtirî 200 ciwan têde cihê xwe girtin. Her wiha gelek hol û stad vekirin.”
    Hêjayî gotinê ye ciwanên Minbicê amadekariya lidarxistina duyemîn konferansa xwe dikin ku tê payîn di 26’ê vê mehê de were lidarxistin.
    (jh)
    ANHA

    Top News