K24

    Bi êrîşên dewleta Tirk hevgirtina pêkhateyan xurttir dibe

    SEMÎRA DAWÛD – QUSEY EL-XEMÎS
    GIRÊ SPÎ – Endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk diyar kirin ku evan êrîşên dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê hevgirtina pêkhateyan xurttir dike û ti carî ji gefxwarinên Erdogan natirsin. Her wiha komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kirin ku rê li pêşiya destdirêjiyên dewleta Tirk bigirin.
    Girêdayî helwestên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê de endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî êrîşê dewleta Tirk a faşist li dijî welatiyên kantona Efrînê şermezar kirin.
    Hevserokê Buroya Karûbarên Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîkî Xerîb Hiso wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyeyê asta êrîşên xwe bilind kiriye û armaca wê têkbirina projeya demokratîk û têkşikandina projeya biratiya gelan e. Her wiha hewl dide bi van êrîşên xwe destkeftiyên gelan têk bibe.”
    Hiso di berdewama axaftina xwe de got ku dewleta Tirk herêmên Cerablûs, Ezaz û Idlibê li pêşiya çavên hemû cîhanê dagirkirine her wiha rêjîma dîktator a Baasê jî li hevberî van dagirkeriyan bêdeng e, lê hemû pêkhateyên gel hevgirtina xwe xurt kirine û bi hemû hêz û derfetên xwe li dijî dagikeriyê li ber xwe didin.
    Hiso destnîşan kir ku divê hikûmeta Tirk baş bizanibe ku dagirkirina Efrînê ne hêsan e û encamên wê dê ne weke dagirkirina wê ji Cerablûs û Idlibê re bin û wekatiyên Efrînê dê bi hemû hêz û derfetên xwe axa xwe biparêzin.

    Girêdayî heman mijarê Hevserokê Buroya Têkliyên Derve ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Îbrahîm El-Şêx wiha got: “Em weke welatiyên herêmê yên hemû pêkhateyan êrîşên dewleta Tirk a dagiker li dijî herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin. Gelê Sûriyeyê di seranserî dîrokê de bi hevgirtina xwe tê nasî û têkoşîna xwe ji bo avakirina jiyaneke hevbeş û biratiya gelan di Sûriyeyê de berdewam bikin.”

    Hevseroka Buroya Meclîsa Sûriya Demokratîk a Girê Spî Emanî El-Icêl wiha got: “armanca Tirkiyeyê ji vê dagirkeriyê ew e ku ewlehî û aramiyê tevlîhev bike û aloziya Sûriyeyê berdewam bike. Evan êrîşên wê yên li dijî Efrînê jî helwesta wê ya qirêj li hemberî welatiyên bakurê Sûriyeyê eşkere dike.”
    Emanî El-Icêl di berdewama axaftina xwe de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovahiyê kir ku zextê li hikûmeta AKP’ê bikin da ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger hûn bikaribin tecrîdekê li ser Rêber Ocalan ferz bikin, ti carî hûn nikarin felsefeya Rêber Ocalan sînordar bikin û êdî li seranserî cîhanê belav dibe.”
    (jh)
    ANHA

    Top News