K24

    Li Minbicê pêşengeha pirtûkan hate vekirin


    MINBIC – Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, yekem pêşengeha pirtûkan ku wê 3 rojan bidome, vekir. 
    Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîfa Xelo, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenbir, endamên saziyên sivîl, bi dehan welatî û şandeyên ji kantonên Fedraliya Bakurê Sûriyeyê û bajarê Tebqayê beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn.
    Merasîmê vekirina pêşengehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Mihemed Qebiritay, xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku vekirina vê pêşengehê cihê şehnaziyê ye.
    Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê, hevserokê wê Ebûd Meqso axivî û got ‘‘Em pêşangeha yekem a pirtûkan li bajarê Minbicê, bajarê çand, helbest, helbestvanan û hezkirinê; li we pîroz dikin. Em ji Cizîrê hatine ji bo em bi we re beşdarî pêşengehê bibin, ji ber ku ev pêşengehê nîşana nirxên û çanda gelan nîşan dide.”
    Piştî axaftinan, helbest ji aliyê helbestvan Ehmed El-Yûsiv û Muna Zekeriya hatin gotin. Her wiha kilanên ji kevneşopiya Helebê hatin pêşkêşkirin.
    Di merasîmê de, Koma Minbic a Şanoyê, şanoyeke pêşkêş kir.
    Paşê Komîteya Çand û Hunerê, ji beşdaran vexwend pêşengkê kirin.
    Çalakiyên pêşangehê wê 3 rojan dewam bike.
     (hş)
    ANHA




    Top News