K24

    Husam Elûş: Sochi stasyoneke riya çareseriya Sûriyeyê ye

    CÎHAD ROJ
    NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedarê Sûrî Husam Elûş got ku kongrea Sochi stasyoneke li ser riya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye û divê piştgiriya wê bê kirin, her wiha destnîşan kir ku Tirkiye û Siûdî Erebistan riya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê asteng dikin.
    Di çarçoveya nirxandinên girêdayî kongreya Sochi de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevpeyvînek bi siyasetmedarê Sûrî Husam Elûş re pêk anî. Elûş di hevpeyvînê de diyar kir ku divê hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û bi taybet nûnerên Bakurê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriya Demokratîk beşdar bibin û wiha got: “Eger hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê beşdar nebin aloziya Sûriyeyê jî çareser nabe.”
    Hevpeyvîna bi Husam Elûş re wiha ye:
    *H ûn kongreya Sochi ku tê payîn were lidarxistin  çawa dinirxînin. Gelo hûn bawer dikin ku aloziya Sûriyeyê çareser bike?
    Aliyên ku dibêjin Sochi stasyona dawî ya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye, di xewn û xeyalan de jiyan dikin. Sochi stasyoneke li ser riya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê ye û divê piştgiriya wê bête kirin, ji ber ku di nava vebijêrên çareseriya siyasî de ye. Çareseriya siyasî alîkariya me bi hemû rêbazên diyaloga Sûrî – Sûrî dixwaze da ku nêrînên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji hev bêne nêzîkkirin.,
    Li pêşiya çareseriya siyasî hin astengî hene, hêjî biloka çareseriya leşkerî mezin û xurt e û ji aliyê dewlet û rêxistinên terrorist ên hundir û derveyî welat de tê birêvebirin. Ji ber vê yekê divê em her tim balder bin û çareseriya siyasî hêjî dûr û dirêj e û pêdiviya wê bi kedeke mezin heye. Sochi stasyoneke girîng e da ku aliyên Sûriyeyê ji hevûdu nêzîk bike û ev gava yekemîn e. çareseriya siyasî di dawiyê de riya Sûrî – Sûrî ye û di bin misogeriya navnetewî de ye bi riya kongre an danûstandinên Cenêvê. Aliyên derveyî vê nêrînê yan çareseriyê nêzîk dibînin di nava xewn û xeyalan de jiyan dikin.
    *Berdestî nîşan didin ku Tirkiye li pêşiya beşdarbûna nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibe asteng. Gelo li rex d ûrxistina nûnerên Bakurê Sûriyeyê, kongre dikare çareseriyekê peyda bike?
    Li qada Sûriyeyê aliyên herî zêde astengiyan derdixînin û dewletên herêmî girêdayî Tirkiye û Siûdiyê ne û piştgiriya xwe ji Emerîka werdigirin da ku çareseriya siyasî asteng bikin, ji ber vê yekê tekerên çareseriya siyasî kun dikin, weke Erdogan ku nûnerên Bakurê Sûriyeyê û nûnertiya wê ya siyasî (Meclîsa Sûriya Demokratîk) qebûl nake beşdarî Sochi bibin.
    Eger Sochi were lidarxistin û nûnerên gel ên Bakurê Sûriyeyê bêne dûrxistin, ev yek ne tenê derveyî çarçoveya çareseriya siyasî  ye, lê belê Sochi jî weke Astana û Cenêvê dê bibe destpêka riyeke dirêj û bê çare û bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di çarenûsa xwe de ti carî temam nabe.
    Gelê me li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet pêkhateyên Kurd, Suryan û Asûrî pêkhateyên sereke di dîrok û ciyografiya siyasî ya sûriyeyê de ne. her wiha beşekî sereke ya paşeroja siyasî ya Sûriyeyêê ne, ji ber vê yekê çareseriya siyasî ya dawî ti carî bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê pêk nayê.
    *Şandeyên rêjîm û opozîsyonê hewl didin serweriya desthilatdariyê bikin û ti nîşandeyên guhertineke bingehîn a r êjîmê tu tune ye. Bi nêrîna we eger rêjîma heyî bi rêjîmeke din a weke wê hate guhertin gelo aloziya Sûriyeyê çareser dibe?
    Biloka çareseriya leşkerî di hundirê rêjîmê û opozîsyona siyasî û leşkerî de hêjî mezin û xurt e û ti girîngiyê nadin welat, lê belê xema wan desthilatdarî ye, weke ku di pirsa we de hatiye gotin. Rast e ew di nava şerê desthilatdariyê de ne. Em ê çawa vî şerî bi şerekî ji bo paşeroja welat biguherînin. Bi nêrîna min ji bo berjewendiya çareseriya siyasî divê biloka çareseriya leşkerî paşve were kişandin. Çareseriya siyasî çareseriyeke lihevhatinê ye û têde şer û aloziyên çekdar tune ne. Ew çareseriyeke lihevhatinê ye, ango divê hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî xebatên rawestandina şer bibin û derbasî diyaloga nerm û demokratîk bibin da ku paşeroja Sûriyeyê saz bikin. Divê ti pêkhateyê Sûriyeyê yên cûda neyên dûrxistin. Divê hemû beşdar bin û hemû bi rola xwe di avakirina Sûriyeyê de rabin.
    Çareseriya siyasî biloka çareseriya leşkerî lawaz dike û her çiqas aliyê siyasî pêş ve biçe tê wateya ku ewqasî çareseriya leşkerî paşve diçe. Di encamê de pêşgaviya buyerên paşeroja Sûriyeyê ne paşeroja desthilatdariyê ye. Em şerê desthilatdariyê nakin. Em ji bo paşeroja Sûriyeke niştimanî, demokratîk, piralî û laîktîk dikin. Ev vebijêra me ya stratejîk e. Lê ne pêkan e bi carekê pêk were, pêdiviya me bi qonaxeke demkî heye da ku aliyên Sûriyeyê ji hevûdu ve nêzîk bike û tundiyê ji xwe dûr bixînin û dîyalogê li gorî rêbazên demokratîk û siyasî bidin destpêkirin.
    *Bi nêrîna we çareseriya guncaw a aloziya Sûriyeyê çi ye?
    Pêdiviya vebijêra siyasî bi diyalogên Sûriyeyê yên cûda heye, ji van diyalogan Sochi, Astana û Cenêv in û her kongreek tê lidarxistin di dawiyê de divê hemû pêkhateyên siyasî, netewî, etnîkî û mezhebî bêne beşdarkirin. Da ku em karibin veguhestineke siyasî ya rasteqîn misoger bikin û veguhertineke demokratîk a rasteqîn û bingehîn ji bo paşeroja Sûriyeyê pêk bînin. Eger em nikaribin yekîtiya xwe li ser bernameyeke demokratîk û niştimanî ava bikin, em nikarin bandorê li buyeran bikin, divê em weke niştimanîxwaz û demokrasîxwazan  bi riya yekîtî û bernameya xwe aliyekî xurt ava bikin.
    Pêdiviya qonaxa demkî yan çareseriya siyasî bi zimanekî siyasî yê nerm heye û divê hemû şêwazên sorkirin û tundiyê bêne dûrxistin. Divê em li ser qonaxa demkî ku welat ber bi destûrekî nû û hilbijartinên zagonsazî û serokatî yên nû ve dibe li hev bikin û bi vê yekê em dikarin bêjin gava yekemîn a li ser riya guhertina demokratîk a bingehîn hatiye avêtin.
    (jh)
    ANHA

    Top News