K24

    Pisporekî karûbarên Îranê: Olperestî serhildana Îranê têk dibe

    CÎHAD ROJ
    NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar, Rojnamevan û Pisporê Karûbarên Îranê Fadî Akûm got “Tevgereke olperest a Sinî li Îranê ku serkêşiya serhildanê bike pêşeroja wê tune ye. Dema ku li Sûriyeyê jî alên reş bilind bûn hêviyên gel bi dawî bûn û şoreş têk çû.”
    Akûm mixabiniya xwe jî anî ziman ku rêjîma Îranê wê bimîne û dîsa jî hegomoniya wê ya li ser hin welatên Erebî wekî berê hebe.
    Fadî Akûm di hevpeyvîneke li gel ANHA’yê de serhildanên gelê Îranê nirxand û got ku eger ev serhildan di nava xwe de hemû netew û pêkhateyan hembêz neke, wê bi ser nekeve û di dawiyê de wê têk biçe.
    Hevpeyvîn wiha ye:
    *Hûn rewşa Îranê çawa dinirxînin? Çi hiştiye ku li dijî desthilatdariya Îranê serhildan rabe?
    Dema ku em behsa rêjîma Îranê  û civaka Îranê dikin wê demê em behsa vê yekê dikin; aliyekî ev welat serûbin kiriye. Xumeynî bi xwe îdeolojiya radîkal a di bin navê ol daniye û komên El-Heres El-Sewrî jî li ser erdê pêk tînin.
    Rêjeya dijberiyê ya li hemberî rêjîma Îranê ji herêm û herêmekê ferq dike. Li herêmên Siniyan du beş hene. Hinek dixwazin ku bi temamî ji Îranê paçe bibin û ji bin kontrola rêjîma Melalî derkevin û hin jî dixwazin ku di bin sîwaneya hukêm wê de bimînin. Ev yek berovajî herêmên Kurdan e. Kurd tenê yek daxwaza wan heye, ew jî serxwebûn e.
    Li aliyekî din herêmên Şîa jî hene. Ew piraniya wan bi rêjîma Îranê re ne. Ev nayê wateya ku ew jî daxwazên wan tune ne. Ew jî di aliyê hundirîn de dixwazin ku rewşa wan baş bibe û derfetên kar ji bo wan peyda bibin.
    Ji sala 2009’an heta niha em dibînin ku serhildanên Îranê tevî propagandaya mezin a çepemeniyê jî, di aliyekî de sînordar dimîninin.
    *Gelo em dikarin bêjin gelê Îranê jî bi “Buhara Gelan” bi bandor bûye û dixwaze bi şoreşekê rêjîma desthilatdar hilweşîne?
    Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe beriya “Buhara Erebî” bi gelek salan dest bi serhildanan kiriye. Gelê Îranê ne bi serhildanên welatên Erebî bandor bûye, lê tenê bûyerên li welatên Erebî wekî şerekî Şîa û Sinê dihate dîtin. Meseleya hilweşandina rêjîma Îranê meseleyeke lawaz e. Rêjîma Îranê tevî taybetmendiyên xwe yên olî-medenî di heman demê de rêjîmeke leşkerî-ewlekarî ye. Pir zehmet e ku sînorên vê rêjîmê werin derbaskirin. Welat di destekê ji hesin de ye. Hêzên El-Heres El-Sewrî dikarin bi tundiya xwe vê serhildanê bidin sekinandin.
    *Piştî ku Donald Trump bûye serokê Amerîkayê gelek gef li Îranê xwariye û dibêje ku wê rêjîma li wir bide guhertin. Gelo rewşa li Îranê bi pêşketinên navnetewî ve girêdayî ye?
    Netewên Yekbûyî yên Amerîka û bi taybet rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Donald Trump li dijî Îranê xwedî helwesteke dijber e. Ev helwest berovajî helwesta rêveberiya kevn a Amerîka ya bi serokatiya Obama ye. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku Amerîka li ser erdê li dijî rêjîma Îranê tiştekî bike da ku helwesta xwe ya dijberî wê îsbat bike.
    Bi vê yekê re rêveberiya Amerîka ev demeke li dijî Îranê pêngaveke dîplomatîk a berfireh bi navê “Rawestandina Îranê” dest pê kiriye. Armanc ji vê pêngavê ew e ku destwerdana Îranê ya siyasî û leşkerî di welatên wekî Iraq, Lubnan, Sûriye, Yemen, Behrên û Kiwêtê de were rawestandin. Hin welatên Erebî ango welatên Kendava Erebî jî bi vê helwesta Amerîkayê re ne. Ji ber wê yekê em ê bibînin ku ji bo tevlîheviyeke hundirîn li Îranê çêbibe wê tevgerînek hebe. Îran dixwaze di navbera Tahran û Beyrûtê de riyekê veke. Ev yek jî li ser berjewendiyên dewletên Ereb û dewletên rojava dibe xeterî. Ji ber vê çendê wê hewl bidin ku vê projeya Îranê têk bibin.
    *Piraniya şoreşên Erebî ji ber ku olperestî li pêş bû têk çûn. Niha jî di serhildanên Îranê de rengê Sinî li pêş e. Li gorî nerîna we dê çawa zordarî bi dawî bibe ku rêjîmeke olperest bikeve û li şûna wê rêjîmeke din a olperest cih bigre?
    Çi tevgereke rizgariyê li cîhanê hebe eger ne medenî be û bi navê azadî û welatî bang neke pêşeroja wê tune ye. Mînaka Sûriyeyê jî li ber çavan e. Şoreşa Sûriye hindik mabû ku hin ji armancên xwe pêk bîne, lê dema ku alên reş derketin pêş dawî li hêviyên gelê Sûriyeyê anîn. Van alên reş derfet dane rêjîmê ku şerê aliyên dijberî xwe bikin.
    *Tu siberoja Îranê çawa dibîne?
    Di aliyê hundir ê Îranê de wê di demeke nêz de guhertin çêbibin. Wê derfetên kar werin peydakirin û rewşa giştî ya aborî were pêşxistin. Rêjîma Îranê ku gelek armancên xwe yên li derve bi cih anî êdî wê xerçkirin û lêçûnên wê yên leşkerî ji bo şerê li derveyî welat wê kêm bibin ango pereyên ji bo şerê derve dihatin veqetandin wê niha ji bo hundir werin xerçkirin.
    Rêjîma Îranê bi hikûmetên Sûriye û Iraqê re ketiye nava hevpeymanan. Ew ê ji aliyê xwe ve pereyan ji bo şirketên Îranê yên girêdayî El-Heres El-Sewrî bişînin. Ev yek jî wê bandorekê bike. Bi gotineke din em dikarin bêjin rêjîma Melalî û El-Heres El-Sewrî wê gelên Îranê bertîl bikin da ku çend salan bisekine. Mixabin wê Îranê dîsa jî wekî hêzeke herêmî bimîne û hin dewletên Erebî di bin kontrola wê de bin.
    (he)
    ANHA

    Top News