K24

    Kongreya Sochi dikare çi bike?

    EKREM BEREKAT
    NAVENDA NÛÇEYAN – 6 salên aloziya Sûriyeyê derbas bûn û vaye  derbasî sala xwe ya 7’emîn dibe û heta niha hemû hêzên opozîsyonê û rêjîma Sûriyeyê jî ti çareserî ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekirine ku roj bi roj dijwartir dibe, tevî ku piraniya hêzên navnetewî û di serî de Emerîka û Rûsyayê û hêzên herêmî yên weke Îran, Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê jî destwerdana xwe kirin. Di heman demê de hêzên li ser erdê çalak in ku xwedî projeyeke demokratîk in û li ser erdê pêk tînin, tên paşguhkirin. Niha Rûsya amadekariya lidarxistina kongreyekê li bajarê Sochi yê Rûsyayê dike, lê ajandeyên wê hêjî di nava mijbûn û gumanan de ne. Dewletên sponseriya kongreyê dikin, Rûsya, Tirkiye û Îran tenê beşekî biçûk ji armanc û pilansaziya kongreyê eşkere kirine.
    Piştî ku şoreşa Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir û di encama destwerdana hêzên navnetewî û herêmî di karûbarên Sûriyeyê de û rêjîmê jî dest ji zihniyeta xwe ya şovenîst berneda, veguherî aloziyeke çekdar û şerê li ser desthilatdariyê û êdî Sûriye veguherî qada şerê di navbera rêjîmê û hêzên ku xwe bi opozîsyonê bi navdikin de, di encamê de piraniya welatiyên Sûriyeyê hêviyên xwe bi hêzên navnetewî ve girêdan da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin.
    Aloziya Sûriyeyê, aloziyeke parzemînan derbas dike û êdî danûstandina wê weke aloziyeke girêkok û dijwar tê kirin û pêdiviya çareseriya wê bi lidarxistina lûtke, kongre û gelek civînên li Cenêv, Viyana û Astana heye, her wiha di Riyadê re derbas dibe û ber bi Sochi ve diçe. Helwesta têkçûnê di hemû lûtke, kongre, danûstandin û civînan de serwer bû. Sedema vê yekê jî ew e ku hêzên li ser erdê çalak in hatine paşguhkirin û hêzên herêmî û navnetewî bi hemû rêbazan parastina berjewendiyên xwe yên di Sûriyeyê de dikin. Evan hêzan lîstoka şetrencê di navbera rêjîmê û hêzên ku xwe bi opozîsyonê bi nav dikin de pêk anî. Di encamê de aloziya Sûriyeyê dijwar bû û bi sedhezaran welatiyên sivîl hatin kuştin û bi milyonan hatin koçberkirin.
    Rûsya, Îran û Hizbullah, rêjîm li gorî berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de tevgerandin. Armanca Rûsyayê ew e ku hebûna xwe di Sûriyeyê de biçespîne û baregehên xwe yên di Sûriyeyê de berfireh bike û temenên wan dirêj bike. Ev yek jî di hevpeymana dawî ya di navbera Rûsya û rêjîma Sûriyeyê de hatiye îmzekirin piştrast dibe. Li gorî vê hevpeymanê hêzên Rûsyayê 49 salên din di Sûriyeyê de dimînin. Îran jî hewl dide Hîlala Şîayî ava bike û Tehran bi riya Bexdayê ber bi Sûriyeyê ve û bi Lubnanê ve girê bide.
    Tirkiye û li rex wê Siûdiyê û Qeterê û ji bo têkşikandina çi statû yan opozîsyoneke rasteqîn û demokrat û bi hinceta rêgirtina li pêşiya avakirina statûyeke Kurdî û ji bo serweriya beşekî ji ciyografiya Sûriyeyê bike, komên siyasî û leşkerî yên cûda avakirin û îdîa kirin ku ew ji welatiyên Sûriyeyê pêk tên, lê ew di destên Tirkiyeyê de weke lîstokekê bûn û weke dixwest tevdigerandin. Di destpêkê de Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê ava kirin û herî dawî jî çeteyên Mertala Feratê ava kirin. Nemaze dema ku çeteyên Cebhet El-Nusra di dawiya sala 2012’an de êrîşî bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê dikirin alîkariya xwe rasterast bi çeteyên El-Nusra re kirin, her wiha alîkariya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî kantona Kobanê ya di nîvê sala 2014’an de kirin.
    Cenêv di navbera çûndina El-Esed û îdîayên şerê li dijî terorê de
    Di destpêkê de rêzecivîn li bajarê Cenêv a Siwîsrayê bi sponseriya Netewên Yekbûyî hatin lidarxistin, di 30’yê Hizêrana 2012’an de li ser banga nûnerê Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Dewletên Ereb ji bo Sûriyeyê Kofî Anan civînek di bin navê civîna “koma xebata ji bo Sûriyeyê” de hate lidarxistin.
    Di civînê de herdu sekretêrên giştî yên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Dewletên Ereb û Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye, Çîn, Fransa û Qeterê (Seroka Komîteya Yekîtiya Dewletên Ereb ji bo şopandina rewşa li Sûriye) û Îraqê (Serokê Konferansa lûtkeya Yekîtiya Dewletên Ereb) û Kiwêt (Seroka Meclîsa Wezîrên Karên Derve ya girêdayî Yekîtiya Dewletên Ereb) Birêtaniya, Êrlanda Bakur, Emerîka, nûnera bilind a Yekîtiya Ewropa ya karûbarên derve û siyaseta ewlehiyê, bi serokatiya nûnerê taybet û hevbeş yê Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Dewletên Ereb ji bo Sûriyeyê beşdar bûn.
    Evan civîn heta 28’ê Mijdarê roja destpêkirina toreya yekemîn a danûstandinên Cenêv 8 ku toreya wê ya duyemîn di navbera 8 û 14’ê Kanûna 2017’an de hatiye lidarxistin, berdewam kirin, lê hemû têk çûn û ti encameke erênî ji gelê Sûriyeyê re peyda nekirin û berûvajî wê alozî dijwartir bû. Rêjîm ku alîkariya xwe ji Rûsya, Îran û Hizbullah bi awayekî rasterast werdigire, îdîa dikir ku kilîtên çareseriya aloziyê di destên wê de ne. Her wiha bi şerê li dijî terorê hincet digirt û bi vê yekê hemû aliyên Sûriyeyê yên opozîsyonê bi terorê tewanbar dikirin û li ser vê yekê binesaziya piraniya bajarên Sûriyeyê bombebaran kirin û hilweşandin. Opozîsyon jî ku weke lîstokekê di destên Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê de bû û rojane qaşo projeyên nû pêşkêş dikirin, lê heta li ser kaxezan jî ne dihat nivîsandin. Armanc û durşmeya wê di hemû qadên danûstandinan de dûrxistina El-Esed bû.
    Şerê herdu aliyan, rêjîm û aliyê ku xwe bi opozîsyonê bi nav dike tenê şerekî desthilatdariyê bû. Herdu alî bi heman zihniyeta desthilatdar tevdigerin û serweriya li ser Sûriyeyê armanc dikin. Tevî ku şêwaz û kesayetên şandeyên opozîsyonê gelek caran hatin guhertin.
    Encamên balkêş ên danûstandinên Cenêv 8 ew e ku şandeyên rêjîmê û opozîsyonê bê proje derketin û bi riya dezgehên çapemeniyê serkeftina xwe li ser aliyê din bi awayekî xapînok ragihandin.
    Nivîskara Sûriyeyê Semîra El-Misalmê di derbarê danûstandinên Cenêvê de yên di navbera rêjîmê û opozîsyonê de di gotareke xwe de ku rojaneya El-Heyat di 29’ê Kanûna 2017’an de weşandiye gelek pirsiyaran pêşkêş dike, ew jî wih ane: “Gelo têgihîştina vê şandeya opozîsyonê ji çalakiya danûstandinan re çi ye? Gelo serkeftin tenê di beşdarbûna danûstandinan de ye bêyî ku armancên diyar a her toreyekê bêne diyarkirin, ku divê di bingeh de di toreya beriya wê de were eşkere kirin? Gelo herdu şandeyên têkldarî aloziyê ango rêjîm û opozîsyonê xwedî kilîtên çareseriyê ne, yan gelo herî kêm kaxezên bi hêz û zextê di destên opozîsyonê de hene da ku çareseriya xwe ferz bike, her çiqas di asta herî biçûk de bin? Herî dawî gelo çalakiya danûstandinan tenê tevgereke şeklî ye, da ku dîmenekî çapemeniyê çêbike û heta di nebeşdarbûna şandeya aliyê din be? Gelo ev têrê dike ku encam bêne ragihandin da ku moralên beşdaran bilind bibin da ku hîs bike ku tevgera wî ji ya beriya wî baştir e yan jî peywira xwe pêk aniye û her tişt asayî ye?
    Nivîskarê Sûriyeyê Mihemed Erselan dijwarbûna aloziya Sûriyeyê û têkçûna hemû danûstandin û civînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatine lidarxistin di gotareke xwe de ku malpera Sedaya Welat (Vedeng) a Misrê di 30’yê Kanûna 2017’an de hatiye weşandin de  bi zihniyeta rêjîmê û opozîsyonê ve girê dide. Mihemed Erselan di gotara xwe de diyar dike ku rêjîm û opozîsyonê zihniyeta xwe ya dogmatîk neavêtine ku xwe dispêre şovenîzma netewperestî, mezhebî û etnîkî û da zanîn ku herdu alî li ser vê zihniyeta xwe bi israr in û weke ku dermanê nexweşiya Sûriyeyê ye pêşniyar dikin. Mihemed Erselan di berdewama gotara xwe de diyar dike ku herdu alî şaş in û ji bo çareserkirina vê aloziyê ne pêkan e mirov xwe bispêre wan. Rêjîmê û bi dehan salan nikaribû giştî civakê bi awayekî demokratîk birêve bibe, opozîsyon jî ku xwe dispêre Tirkiyeyê di van salên şoreşê de nikaribû çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike. Her wiha opozîsyon nîşan dide ku xwespartina Tirkiyeyê dê çareseriyan ji aloziyên Sûriyeyê re peyda bike, berûvajî wê Tirkiye destirêjiyê li mozayîka Sûriyeyê dike û wêrankarî û parçebûnê di nava pêkhateyên Sûriyeyê de belav dike.
    Her wiha diyar bû ku herdu şande (rêjîm û opozîsyonê) ne têkldarî aloziyê ne û kilîtên çareseriyê di destên wan de tune ne, ev çalakiya dansûtandinan jî tenê şêwazekî ji bo çêkirina dîmenekî çapemeniyê bû.
    Sedema sereke ya têkçûna 8 civînên danûstandinan ên Cenêvê, girêdayî nebeşdarkirina hêzên li ser erdê çalak in. Evan hêzên li ser erdê xwedî fikrên piralî û demokratîk û hêzeke leşkerî û ewlehî ne û beşdarî xebatên rizgarkirinê û belavkirina aramiyê li herêmeke berfireh ji ciyografiya Bakurê Sûriyeyê bû (Rojava, Girê Spî, Şedadê, Minbic, Reqa, Tebqa û gundewarê rojhilatê Dêrazorê).
    Astana.. şerê çespatndina serweriyan di Sûriyeyê de ye
    Piştî têkçûna hêzên sponseriya danûstandinên Cenêvê dikin û nikaribûn çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin, yên ku di navbera rêjîma desthilatdar û aliyên ku xwe bi opozîsyonê bi navdikin de ku li ser bingeha berjewendî û girêdana bi hêzên derve ve hatiye damezirandin, hatin lidarxistin. Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û Netewên Yekbûyî li paytexta Kazexistanê Astanayê bi hinceta gotûbêjkirina lêhûrbûnên pêkanîna hevpeyaman agirbestê ya li Sûriyeyê civîneke pîşeyî di 23’yê Çileya 2017’an lidar xistin .
    Rêjîma Sûriyeyê û aliyê ku xwe bi opozîsyonê bi nav dike beşdarî civîna yekemîn a Astanayê nebûn, lê belê civîn tenê di navbera dewletên sponser (Rûsya, Tirkiye û Îranê) de pêk hat. Astana 1 jî têk çû, sedema têkçûna wê jî girêdayî lêgerîna dewletên sponser tenê ji berjewendiyên xwe re bû û di navbera Tirkiye û Rûsyayê de girêdayî ajandeyên van danstandinan nakokî derketin. Mosko li rex Îranê alîkariya bi rêjîmê re israr kirin ti derfet nedan opozîsyonê û komên çedar ên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, li aliyê din Tirkiyeyê jî alîkariya xwe bi komên çedar ên di Sûriyeyê de israr kir da ku hin herêmên din di ciyografiya Sûriyeyê de dagir bike.
    Civîna Astana ya duyemîn jî di 16’ê Sibata 2017’an de, ya sêyemîn jî di 14 adara 2017’an de, ya çaremîn di 1’ê Gulana 2017’an de, ya pêncemîn di 5’ê Hizêrana 2017’an de, ya şeşemîn di 15’ê Îlûna 2017’an de, ya heftemîn di 30’ê Cotmeha 2017’an de û ya heştemîn jî di 21’ê Kanûna 2017’an de hatin lidarxistin. Evan 8 civîn ti encam bi xwe re neanîn, tenê bi beşdariya Tirkiyeyê hêzên opozîsyonê bi hevkariya Rûsya û Îranê hatin sînordarkirin. Her wiha şandeyên rêjîmê û opozîsyonê bi awayekî şiklî beşdar bûn. Berûvajî wê rewşa Sûriyeyê bêtir aloztir bû. Ji ber ku dewletên sponser bi riya van civînan li rêbazên xurtkirina serweriya xwe di Sûriyeyê de digeriyan. Rûsya û Îranê alîkariya rêjîmê dikin û Tirkiye jî alîkarê sereke yê komên çekdar e ku xwe bi opozîsyonê bi nav dikin. Dibe ku kurtasiya civînên Astana bi civînên belavkirina serweriyan di navbera hêsên desthilatdariya Sûriyeyê dikin de were binavkirin. Şerê berjewendiyan û parvekirina serweriyan di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bû û van aliyan di van civînan de proje û ajandeyên xwe yên cûda pêşkêş kirin.
    Di van encamên danûstandinên Cenêv û Astana eşkere diyar dibe ku hêzên sponser û şandeyên beşdarî van civînan û danûstandinan bûne, armanca her aliyekî ji wan şer û desthilatdariya li ser ciyografiya Sûriyeyê ye, ti aliyekî ji wan rewşa gelê Sûriyeyê di ber çavan re derbas nekiriye bi qasî ku hewl dida dê çi ji van konferansan sûd werbigire, her wiha her aliyekî hewl dida aliyê din lawaz bike.
    Li pêşiya van bêhêviyên di civîn û hevdîtinên borî de.. Kongreya Sochi dikare çi pêk bîne?
    Niha Rûsya amadekariya lidarxistina Kongreya Sochi dike. Li gorî Rûsyayê di vê civînê de nêzî 1500 kes ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê dê beşdar bibin. Li gorî berdestî û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê rû dane û agahiyên di dezgehên çapemeniyê girêdayî vexwendina beşdaran û pilanzadiyê de hatine belavkirin hêjî bi mij û bi guman in. Dewletên sponseriya kongreyê dikin, Rûsya, Tirkiye û Îran tenê beşekî biçûk ji armanc û pilansaziya kongreyê eşkere kirine.
    Li gorî daxuyaniyên Erdogan di demeke borî de “Di encama civîna Sochi de dê projeya destûrekî li ser bingeha hilbijartinên azad di Sûriyeyê de pêk were.”
    Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Sputnik li ser zimanê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand ku “Komîteya Destûrî dê di civîna Sochi de were avakirin da ku bibe jêdera zagonsaziya di derbarê hemû mijaran de.”
    Serokê Şepêla El-Xed a Sûriyeyê Ehmed El-Cerba di daxuyaniyeke dîdbarî de ji telefîzyona Rûsyayê re di 27’ê Kanûna 2017’an de girêdayî civîna Sochi ragihand ku ti pilansaziyeke opozîsyonê ji bo sazkirina reşiknameya destûra Sûriyeyê ya paşerojê tune ye. Her wiha bal kişand ku aliyên ku xwe bi opozîsyonê bi nav dikin û rêjîma Sûriyeyê ne xwedî biryar in û destnîşan kir ku hin aliyên din û destwerdanên din û serweriyên derve di rewşa Sûriyeyê de hene, çi yên herêmî û çi jî yên navnetewî yên mezin.
    Lê berdevkê ku bi Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê tê binavkirin Yehya El-Irêdî di daxuyaniyeke dîdbarî ji kanala El-Cezîrê re girêdayî civîna Sochi wiha got: “Hin alî hewl didin rola civaka navnetewî û dewletên xwedî bandor werbigirin da ku çareseriya siyasî li gorî berjewendiya xwe û berjewendiya hevkarên xwe pêk bîne û eşkere hewl didin qanûna aliyê bi hêz li ser çareseriyê ferz bikin ango ne hêza qanûnê.”
    Şandeyê Kirêmlên ê taybet ji bo Sûriyeyê Alêksander Lavrentiyêv (Alexander Lavrentiev) di daxuyaniyekê de ji dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê re got ku “Aliyên ku banga tavilê ya derxistina Beşar El-Esed dikin cihê wan di Sochi de tune ye.”
    Tişta diyar dibe ew e ku dewletên sponseriya Sochi dikin hewl didin destûrekî ji bo paşeroja Sûriyeyê saz bikin. Aliyê ku bi opozîsyona Sûriyeyê tê nasîn jî ti projeyeke wê di vê derbarê de tune ye. Eger Rûsya di lezbûna çareserkirina aloziya Sûriyeyê de ciddî be, divê hemû nûnerên gelê Sûriyeyê vexwîne û di serî de nûnerên sîstema ferderaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku xwedî projeyeke demokratîk in û ev projeya wan li ser rêbez û bingehên netewa demokratîk in û xwe dispêrin jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de û dest ji nakokiyên mezhebî û etnîkî berdidin.
    Eger nûnerên Bakurê Sûriyeyê beşdarî Sochi nebin ku %35 ji ciyografiya Sûriyeyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê û tabûrên ku alîkariya xwe ji Tirkiye û Siûdiyê werdigirin rizgar kirine ku hewl didan serweriya berhemên herêmê bikin, evan dewletên sponseriya Sochi dikin Rûsya, Tirkiye û Îran, armanc dikin ku rêjîma Sûriyeyê ji nû ve rewa bikin û opozîsyona Sûriyeyê beşdarî rêjîmê bikin û di bin navê lihevkirina niştimanî de tevbigerin.
    (jh)
    ANHA

    Top News