K24

    Ilham Ehmed: Heger rêjîm ne hat danûstandinan parçebûna Sûriyê pêk tê


    AZAD SEFO-ALVA OSÊ
    NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed geşedanên salê salekê ya Sûriyê nirand û tekez kir ku hilbijartinên komînan, meclîsên herîmî yên Bakurê Sûriyê û bombebarana koalîsyona navdewletî ya balafira Sûriyê bûyerên herî girîng ên sala derbasbûyî bûnb. Ilham Ehmed, her wiha da zanîn ku   heger rêjîma Sûriyê danûstendin qebûl nekin tê wateya ku parçebûna Sûriyê bibe rewşeke heyî.
    Hevseroka MSD’ê Ilham Ehemed derbarê geşedanên sala derbasbûyî yên li ser asta Sûriyê pirsên ajans me bersivandin.
    pirs wihane:
    *Hûn geşedanên sala 2017 ‘ am ên di aliyê siyasî de çawa dinirxînin û girîngtirîn bûyerên di vê salê de derbas bûn, çibûn?
    Di sala 2017’an de li ser asta Sûriyê gelek bûyer û pêşketin hatin jiyankirin. Li ser asta Sûriyê ji bilî şerê li dijî DAIŞ’ê gelek kongre derbarê rewşa Sûriyê de hatin lidarxistin.  Hêzên QSD’ê hêza sereke ya şerê komên terorist û di serî de DAIŞ’ê kir û beşek mezin ji xaka Sûriyê rizgar kir. Bi milyoan insanên sivîl ji zulma çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Di heman demê de jî xebatên jinûve avakirinê jî dewam kir.
    Bombebarana hêzên Amarîkî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî balafirgeha Sûriyê yek ji bûyerên herî girîng ên salê bû. Derbeya Amarîka ya li dijî balafirgeha Sûriyê guhertina di siyaseta Amarîkya ya li ser Sûriyê û derketina wê ya li dijî rêjîmê nîşan da. Bi hatina Serokê nû yê Amarîka Tramp siyasetên nû yên derbarê rewşa Sûriyê û Tevahiya Rojhilata Navîn derketin holê.
    Derbarê hebûna Rûsiya ya li ser xaka Sûriyê, wan jî li hin herêman dest bi şerê DAIŞ’ê kir û li herêmên wekî Humis, Hema û deverên din ên Sûriyê şerê komên din ên çekdar kirin. herêmên Rûsiya lê şer kir, niha ketine bin destê hêzên rêjîmma Sûriyê, ev yek jî di encama itîfaqa di navbera Îran, Tirkiyê û Rûsiya de pê hat. Itîfaqên pêk hatin ji aliyê Rûsiyaya ku piştgiriya rêjîma Sûriyê dike pêk hatiye, hêzên rêjîmê wiha karîbû hebûna xwe li ser erdê mezin bike.
    Lê li Bakurê Sûriyê geşedanên din hatin jiyankirin. Yek ji pêşketinên herî zêde hilbijartinên Hevserokên Komînan û Meclîsên herêmî yên Bakurê Sûriyê bûn. Van hilbijartinan daneyên destpêkê yên rêxistinkirina civaka Sûriyê bû, ji vir gavên cidî ya ber bi pêkanîna armamî û ewlekariyê li herêmê hatin avêtin. gelê herêmê nimûneya rêveberina herêmên xwe avêti, ev nimûne dikare bibe riya çareseriya pirsgirêkên herêmên din ên Sûriyê.
    Di vê salê de Kongreya Jinên Sûriyê hate lidarxistin. Ev kongre girîgtirîn bûyera girêdayî jinan bû. Ragîhandina Meclîsa Sûriyê jî bi beşdarbûna gelek rêxistinên jinan, kesayetên niştimanî yên serbixwe hate lidarxistin. Bi vê yekê hêzeke civakî ya jinan ku karibe pirsgirêkên jinan çareser bikin, hate avavkirin.
    Rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê jî bû xeleka dawî ya derbarê şerê leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê bû. Ev bûyereke li ser asta cîhanê dîrokî bû. Ev ne tenê bûyereke girêdayî Gelê Sûriyê bû. Lê belê bandor li tavahiya cîhanê ku hîn jî metirsîna terorê li ser wan heye re bû. Rizgarkirina Reqaya ku DAIŞ’ê wekî paytext bikar tanî û ji wir êrîşî dewletên cîhanê û herêmên din ên Sûriyê dikir, gaveke dîrokî ya ber bi avakirina Sûriya Fedral a Demokratîk ve ye.
    *Gelek civîn û kongreyên navdewletî yên derbarê Sûriyê hatin lidarxistin. Di nerîna we de çima hemû têk çûn û bê encam bidawî bûn?
    Civînên berfireh û kongreyên navdewletî yên derbarê dosya Sûriyê hemû têk çûn. Bi taybet jî civîna Cinêv-8 ku ji ber israra aliyên beşdarî civînê bûne li ser nîqaşa mijarên gelê Sûriyê eleqedar nakin xistine rojeva civînê. Lê mijarên girêdayî berjewendiyên gelê Sûriyê nîqaş nekirin, herdû alî jî dixwazin desthiladariya xwe xurt bikin. Şerê di navbera aliyan de bûye şerê li ser desthiladariyê, ji ber ku şerê wan li ser destiladariyê bû tiştekî normal bû ku kongreyên wan têk çû.
    Kongreya Astana mirov dikare encamên wê yên erênî û neyînî jî binrixîne. Civîna Astana li hin cihan aramî pêk anî û şer kêm kir. Lê li aliyê din jî rê li ber destwerdana hêzên herêmî ya di xaka Sûriyê de vekir, beşek ji xaka Sûriyê ket destê wan hêzan, bûyera herî mezin destwerdana dewleta Tirk a di xaka Sûriyê de bû û dagirkirina gelek deverên nêzî Efrîn û hin herêmên Şehbayê bû.
    Di heman demê de gelek itîfaên ku bandoreke neyînî li çarenûsa gelê Sûriyê kirin jî hebûn. Itîfaqên veşartî yên salên derbasbûyî ku di navbera hin komên çekdar, Cebhet El-Nusra,Tirkiyê û Îranê de hatin kirin jî di encama danûstinên Astana de pêk hatin.  Ev di bin navê herêmên kêmkirina şer de pêk hatin û bû sedema ku beşek mezin ji xaka Sûriyê ji hêzên herêmî re were hiştin û wan hêzan di xaka Sûriyê de destwerdan kir.
    *Hûn peymana di navbera Rûsiya, Îran û Tirkiyê ku di encama wê de dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagirkir çawa dinirxîn in?
    Peymanên di navbera Rûsiya,Tirkiyê û Îranê de pêk hatiye li ser esasê parstina berjewendiyên wan dewletana hatiye kirin. Tu berjewendiya gelê Sûriyê di itîfaqa wan de nîne. Gelê Sûriyê gelek peyman û itîfaqên bi vî awayî jiyan kir û di encamê de rastî kuştin, koçberî û wêraniyê hat. Heta gihişt asta ku li hin cihan guhertina demografî pk hat, ji ber wê encamên hemû peymanan neynî pêk hatiye û bandor li tevahiya gelê Sûriyê û pêşeroja wî kiriye.
    *Nerxandinên we derbarê herêmên “Kêmkirina Şer” çiye?
    Mijara peymana herêmên kêmkirina şer parçebûna xaka Sûriyê bi xwe re anî. xaka Sûriyê li gorî berjewendiyên dewletên herêmî hate kirin, em vê rewşê rojane di herêmên Sûriyê de dibînin. Di encama wê de beşek ji xaka Bakurê Sûriyê ji aliyê komên çekdar û dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.
    *Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyayê bi giştî û ya Bakurê Sûriyê bi taybet çi kar û xebat daye meşandin?
    Meclîsa Sûriya Demokratîk pirojeya Fedraliya Sûriyê di xebatên xwe de esas girt. Li xebatên rêvberiyê û avakirina rêveberiyên bajarên ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin rawestiyan. Me Meclîsa Sivîl a Minbicê birêxistin kir. Paşê me yeser dest bi avakirina meclîsên Reqa, Tebqa û Meclîsa Dêrazorê yên sivîl kir. Niha jî em ji bo xebatên jinûve avakirina wan herêman kar dikin û alîkariya welatiyan. Ev xebatên me dane meşandin beşek ji xebatên pirojeya Sûriyê ya giştî ne.
    Ev pirojeya fedraliyê me esas girt, di nerîna me de ev rewşa heyî ya Sûriyê diyar dike û dabeşkirina herêman di xaka Sûriyaya ku di navbera gelek aliyan de hatiye parçekirin diyar dike. Pirojeya me dikare hemû gelê Sûriyê bike û pirsgirêkên wî çareser bike. Heger ku pirengî di nava civakê de hebe wê Sûriyê hîn bi hêzitr be û yekgirtî, bihêz û demokratîk bû. Me her dem ji bo vê pirojeyê xebat da meşandin û me xwest ev projey bibe bengeha çareseriyê. lê hêzên navdewletî û herêmî van pirojeyên çareseriyê qebûl nakin û ji ber vê yekê jî qebûl nakin em başdarî konger û civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin bibin. Pirojeya me diyare û me gelek hewldan kirin ku em di danûstendinên çareseriyê de bin, lê hêzên herêmî û navdewletî. Em xwedî porojene û em dikarin aloziya Sûriyê çareser bikin û ne beşdarbûna wê ya di danûstendinan de tê wateya têkçûna danûstendinan.
    *Ji bo çareserkirina aloziya SÛriyê û ji bo rijandina xwîna gelê Sûriyê raweste çareseriyên ku hûn ji raya giştî re pêşkêş dikin çine û li gorî projeya wê wê rêvberî çawa pêk were?
    Di riya nexşeriya ku me pêşkêş kir, armanca me ya sereke ew bû ku rijandina xwîna gelê Sûriyayê rawerste û dawî li şer û tevgera ya belav a leşkerî were.
    Divê çareserî siyasî be û li ser esasî demokratîk ku mafê hemû gelê Sûriyê çareser bike diyar bike. ev di riya biryara vegera Sûriyê ji gelê wê re pêk tê. Dema danûstendin di navbera gelê Sûriyê de be, bê guman wê çareserî mijara sereke be û dê rewşa heyî bi dawî bibe. Lê dema gelê Sûriyê ne xwediyê biryarê be û biryar li gel hêzên navdewletî û herêmî be wê demê wê biryar feriz bin, ev yek jî ji riya çareseriyê re sînoran datîne û dixetimîne.
    Heta ku biryar di destê hêzên herêmî de be, ev tê wateya ku çareserî dûre û wê şer pêşbikeve, alozî kûrtir bibe, lê dema rêveberî dema biryar di destê gelê Sûriyê de be û îradeya gelê Sûriyê ya niştimanî derkeve pêş, ev tê wateya ku derferên çareseriyê derkeve pêş. Her wiha wê hemû alî li ser hin rêbazên çarerseriyê lihev bikin. Ev yek ne mumkine dawî li çarseriyê bîne çareseriya heyî wê çareseriyên heyî jî çareseriyên demî be.
    *Hûn sala nû çawa dinirxîn in?
    Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala armiya hemû gelê Sûriyayê û bibe sala dawîkirina şer. Bibe sala danûna bingeha çareserkirina demokratîk a tevahiya Sûriyê. Ji ber têkçûna civîna Cinêvê, dibe ku ev civîn dewam bikin, lê heger dûrxistina nûnerên rast ên gel dewam kir, wê ew civîn jî têk biçin. Lê heger civînên cidî destpêkirin û rêjîm jî ket civînên cidî wê riyên çareseriyê derkeve holê. lê israra aliyan a li ser zihiniyeta xwe ya desthiladariyê wê hemû riyên çareseriyê bixitimîne.
    Ev jî dibe ku li ser hin xalan li ser were lihevkirin û wê demê riyên çareseriyê destnîşan bibe, ew jî dibe ku 5 salan û zêdetir jî dewam bike.
    *Hûn bi giştî di dawî de çi dixwazin ji gelê Sûriyê re bêjin?
    Çûyîne ber bi kongreyeke gelan a giştî yek ji erkên sereke ku dikev ser milê hemû gelê Sûriyê yên bi rumet. Ew in ên berpirsyariya sereke radikin ser milên xwe, lê yên îda dikin ku ew opozisyon in û dibêjin ku ew demokrasî xwaz û sosyaslîstin em ji wan re dibêjin ku parstina Sûriyê erka hemû gelê Sûriyê ye. Li ser vî esasî divê em ber bi avakirina sîstemeke ne navendî ya demokratîk li ser esasê siyasî saz bikin, divê her kesekî xwedî wijdan vê pirojeyê bipejirîne.
    Ez ji gelê Sûriyê yên alîgirên rêjîmê û yên opozisyonê re dibêjin ku divê em hemû li ser esasê yek pirojeyê ku karibe çareseriyê bi xwe re bîne kar bike û karibe biryara gelê Sûriyê ku ji destî wî hatiye girtin vegerîn in. Li ser vî esasê em bang li kesên dixwazin li ser esasê niştimanperwedeyê karê hevbeş bikin dikin ku em  wekî MSD’ê amadene ku bikevin danûstein û nîqaşên derbarê hemû detayên girêdayî çarenûsa Sûriyê û gelê wê.
    (dc)
    ANHA

    Top News