K24

    Di  roja duyemîn a mîhrecanê de 7 filim hatin pêşandan

     
    QAMIŞLO – Mîhrecana duyemîn a Rojava ya Filimên Sînema, di roja duyemîn de li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi pêşandana filiman, hate destpêkirin.
    Di roja duyemîn a filiman de, bi dehan şêniyên  bajarê Qamişlo amade bûn. Mîhrecan bi pêşandana  kurtefilmek li ser berxwedaniya Kobanê bi navê(Berxwedan jiyan e) hate destpêkirin. Paşê, 6 filim  derbarê Rojava û berxwedaniya wê de, hatin pêşandan.
    Li gorî komîteya amadekar, wê 7 filimên cuda li Serêkaniyê û Amûdê jî, werin pêşandan.
    Mîhrecan wê heta 17 mehê dewam bike û 77 kurtefilim û belgefilim, werin pêşandan.
    (kc)
    ANHA


    Top News