K24

    Cenazeya şehîd Silêman û Ebd Celîl hatin oxirkirin

    TIL HEMÎS – Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, Til Birak û gundewarên wê, du endamên Asayîşê Ebd Celîl Mihemed û Silêman Xidir, ku li Til Hemîsê dema bi erka xwe radibûn, şehîd bibûn li Goristana Şehîd Etiye ya gundê Salîhiye, oxir kirin.
    Gel, endamên saziyên civaka sivîl û endamên Asayîşê, cenazeyên her du şehîdan ji meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Raxib Etiye ya rojavayî navçeya Til Hemîs.






    Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Asayîşê ve, hate destpêkirin. Paşê, bi navê Asayîşa Til  Hemîs rêveber Elî Diyab Mihemed, bi navê Asayîşa Til Birak rêveber Xelîl Mihemed, bi navê TEV-DEM`ê Salih Xelef, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Mihemed Xeliyo û bi navê malbata şehîd Ebd Celîl Mihemed, apê wî Ebd Hefîz Mihemed, axaftin hatin kirin.
    Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û rola şehîdan di parastina welat de, hate ziman.
    Piştî axaftinan, nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê her du şehîdan bi dûrimşeyên şopandina rêya şehîdan, hatin oxirkirin.
    (kc)
    ANHA




    Top News