K24

    Tirkiyê aloziya Qeterê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

    NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan aloziya Qeter ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û di vê derbarê de daxuyaniyan dide.
    Rojnameya El-Ereb derbarê helwestên dewleta Tirk ên derbarê mijarê de nivîsek bi sernavê “Îran pira bejahî ya di navbera Qeter û Tirkiyê ye” avêt.  Rojnameyê got ku Tirkiyê aloziya Qeterê ji bo xwe bikar tîne.
    Di raporê de hate gotin ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan aloziya Qeterê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û got ku Erdogan bi vê yekê dixwaze Qeter, Tirkiyê û Îranê bi pirekî bighîne hev û wiha dom kir: “beriya niha jî di bin navê piştgiriya Filistînê gelek diruşme davîtin û ev di mijara têkiliyên Tirkiyê û Israîlê de bikar tanî.”
    Di raporê de her wiha hate gotin ku daxuyaniyên Erdogan ên dawiyê bi daxuyêniyên wî re bi nakokin û wiha dom kir: “Ev nêzîkatiyên Erdogan bi daxuyaniyên wî yên çareserkirina aloziya di navbera Erebistana Siûdiyê, Misr, Îmarat û Behrîn û Qeter de bi nakok in. Ev yek nîşan dide ku pîlanên Erdogan û daxuyaniyên wî ne wekî hev in.”
    Rojnameyê her wiha daxuyaniyên qunsilisê Tirkiyê yê Qeterê Fikret Ozer a dibêje amadekariya vekirina riya bejahî ya ji Qeter, Îran û di aliyê bejahî de bi Tirkiyê re tê kirin û destnîşan kir ku hersê welatan li ser vê yekê lihev kirine.”
    Psporên rewşa Qeterê dişopîn in destnîşan kir ku Tirkiyê û Îran ji aloziya Qeterê sûd werdigirin û ji ber vê yekê mijarê di liayê siyasî de pir dixin rojavê.
    Şirketên Tirkiyê berê xwe dane Qeterê û berhemên Tirkiyiyê sûkên Qeterê tijî kirine, ne tenê wiha lê belê Qeter ev yekem care kar dike ku kargehekê guleyan bi alîkariya şirketeke Tirkiyê çêbike.
    Erdogan destnîşan dike ku ew piştgiriya Qeterê dike û bi vê yekê cihê xwe di herêma Kendava Ereban de bi cih dike. Rojnameyê her wiha da zanîn ku ew hewl dide ku cihê xwe li tevahiya Rojhilata Navîn jî çêbike û wiha dom kir: “Dewlea Tirk bi awayekî beşî be jî dixwaze serdema xwe ya Osmaniyan nû bike. Li ser vî esasî li Misrê piştgiriya Birayên Misliman kir, li Sûriyê beşek ji xaka Sûriyê dagir kir, her wiha li Başîqa jî beşek ji xaka Îraqê dagir kir.
    Dewleta Tirk û Qeterê di piştgiriya komên çete yên di şerê Sûriyê de cih digrin hevkarên hev in. Di serî de Birayên Misilman, Qeter bi pere û çekan piştgiriya van koman dike, Tirkiyê alîkariya wan kir ku wan çekan derbasî herêmên wan koman bike.”
    Rojnameyê di dawiya rapora xwe de jî got ku Erdogan hewil dide kêşeyên aliyên din ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar bîne û wiha dom kir: “Di aloziya Sûriyê de Erdogan dibêje ew piştigirya komên çekdar dike, lê li Helebê komên çekdar firot û bajar radestî rêjîma Sûriyê kir. Di heman demê de herêmên Cerablus û Bab jî bi xwe dagirkirine.”
    (dc)

    Top News