K24

    Sekreterê El-Partî: Em ji bo xizmeta gelê xwe tevlî hilbijartinan dibin


    AZAD SEFO- HOGIR NECAR
    NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) Nesreddîn Îbrahîm û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê ku beşdarî hilbijartinan bûye diyar kir ku ew beşek ji Federaliya Bakurê Sûriyeyê ne û dê bi riya namzetên xwe yên 4 partiyên di lîsteyê de, bi coş beşdarî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyeyê bibin ku tê payîn di 1’ê kanûnê de bête lidarxistin.
    Girêdayî mijara amadekariyên lidarxistina qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku dê rêveberiyên herêmî yên herêmên federal bêne hilbijartin, aliyên siyasî lîsteyên xwe ji bo beşdarî hilbijartinan bibin amade kirin.
    Lîsteya hevbendiya niştimanî ya Kurdistanê ku ji partiyên “Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriuyeyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Rêkeftina Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî)” pêk tê, lîsteya navên namzetên xwe radestî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir da ku bêne lêkolînkirin. Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê Nesreddîn Îbrahîm di derbarê armanca xwe ya beşdarbûna hilbijartinan û amadekariyên xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.
    Nesreddîn Îbrahîm destnîşan kir ku lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê ji 4 partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê pêk tê û di nava xwe de ev lîste amade kirine.
    Îbrahîm di axaftina xwe de got ku ew beşekî ji Federaliya Bakurê Sûriyeyê ne û ew beşdarî damezrandina wê bûne û wiha got: “Em beşdarî qonaxa yekemîn a hilbijartinên hevserokên komînan bûn û niha jî em amadekariyên xwe ji bo beşdarî qonaxa duyemîn a hilbijartinan bibin dikin. Her wiha em endamên xwe ji bo çavdêriya sindoqan bikin amade dikin.”
    Di derbarê armanca  beşdarbûna nava hilbijartinan de Îbrahîm wiha anî ziman: “Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava meclîs û rêveberiyên herêma Cizîrê de hene û armanca me ya beşdarbûna hilbijartinên meclîsên herêmî ew e ku em xizmeta welatiyên Bakurê Sûriyeyê bikin û asta hişmendiya siyasî ya herêmê bilind bikin û bi taybet di van rewşên hesas de. Piralîbûna siyasî ya li herêmê û rola sereke ya siyasetmedaran rewşa herêmê pêş dixîne û demokrasiya ku her kes banga wê dike pêk tînin.”
    Îbrahîm destnîşan kir ku wan komîteyeke taybet ya lîsteyê ava kirine da ku xebatên propagandeya navên lîsteyê bide meşandin û got ku bernameya wan dê bi rêbazên civînên gel pêk werin û dê bernameya xwe ya hilbijartinan di van civînan de bidin nasîn.
    Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê Nesreddîn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê gelê me li Bakurê Sûriyeyê bi berpirsyarî nêzî vê qonaxa hilbijartinan bibe, nemaze ji ber ku giştî Sûriyeyê û bi taybet herêmên me di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Li darxistina hilbijartinên demokratîk li Bakurê Sûriyeyê serkeftina giştî gel e û divê gelê me ji helwestên radîkal dûr bikeve û lîste û kesayetên ku ew ji bo paşeroja avakirina Bakurê Sûriyeyê guncaw dibînin, hilbijêrin.”
    (jh)
    ANHA

    Top News