K24

    Mîhrecana Rojava ya duyemîn a filimên sînema hate destpêkirin

     
    QAMIŞLO – Mîhrecana Rojava ya duyemîn a filimên  sînema, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, hate destpêkirin.  
    Bi serperştiya Komîna Filim û bi kordîneya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Cizîrê, Mîhrecana Rojava ya Duyemîn a Filimên Sînema, bi boneya salvegera şewata sînemeya Amûdê, hate destpêkirin.
    Di roja yekemîn a mîhrecanê de, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî û şervanên YPG`ê yên birîndar, amade bûn.
    Mîhrecan bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, pêşkeşvana mîhrecanê bi zimanê kurdî, erebî û înglîzî, bixêrhatin beşdaran, kir.
    Paşê, Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Asya Abdullah axivî û Komkujiya Sînemeya Amûdê bi bîr anî û sersaxî ji  malbatên  erdheja Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re, xwest.
    Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê, Bêrîvan Xalid jî axivî û got ku ev mîhrecan destpêka pêşketina sînema li Rojavayê Kurdistanê ye.
    Piştî axaftinan, navên filimên ku wê werin pêşandin û derhênerên wan, hatin xwendin.
    Li gorî komîteya amadekar, wê pêşandina filiman heta 17`ê mijdarê dewam bike û 77 belgefilim û kurtefilim, werin pêşandan. Pêşandana filiman wê ji siba ji bajarên Serêkaniyê, Dêrik û Hesekê, werê destpêkirin.
    (kc)
    ANHA



    Top News