K24

    Şanoyên roja yekem a Mîhrecanê bala temaşevanan kişand

    EFRÎN- Şanoyên di roja yekemîn a Mîhrecana Mîtan de hatin pêşkêşkirin bala temaşevanan kişand û bi germî hatin pêşwazîkirin. Mîhrecana Mîtan a Şano li Navenda Çand û Huner a kantona Efîrnê li ser dika Çiyayê Kurmanc, duh destpê kir. Di mîhrecanê de şanoyên bi navê `Eynik` hatin pêşkêşkirin. Di mîhrecanê de şanoyek bi navê ‘Memê Alan’ hate pêşkêşkirin. Şano ji aliyê nivîskar Abdulrehîm Hekarî ve hatiye nivîsandin. Çîroka Memê Alan bala temaşevanan kişand. Di şanoyê de rastiya civaka Kurd di çîroka Memê Alan de tê gotin. Her wiha di berdewamiya mîhrecanê de zargotinên kurdî hatin gotin û temaşevanan bi heyecan guhdar kirin. (np) ANHA

    Top News