K24

    Koçberan xwe ji şer xelas kirin lê zehmetî wan bernade


    EHMED EL-KEMYAN
    REQQA – Hejmara koçberên li gundê Mesîcê yê li bakûrê Reqqayê ku ji ber bombebarana balafirên Rûsya û zordariya hêzên rêjîma El-Baas, reviyane bûye duqatî hejmara şêniyên gund û di rewşeke zehmet a jiyanî re derbas dibin.
    Şêniyên gund hetanî niha zêdetirî 150 kesên ji bajarê Meidan ê li rojhilatê bajarê Reqqayê koç kirine, pêşwazî kirine.
    Rewşa kesên koçber gelekî zehmet e. Li her maleke gund herî kêm malbatek û du malbatên koçber hene. Li hin malan tenê li odeyekê 25 kes bi hev re dimînin.
    Şêniyên gund li gorî derfetên xwe yên berdest, alîkarî pêşkêşî van koçberan kirin, lê ev yek têrê nake.

    Ebdulkerîm El-Mûsa yek ji kesên koçber e, girêdayî mijarê ji ANHA’yê re diyar kir ku ew ji ber topbarana hêzên rêjîmê û bombebarana balafirên Rûsyayê beriya 4 mehan ji bajarê Meidan derketin û hatin vî gundê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye rizgarkirin.
    Ebdulkerîm got ku ji bo pêjiyankirina malbat û zarokên xwe ew karê hewaşê yê berhevkirina pembo dikin.
    Hevserokê Komîna gundê Mesîcê Ehmed El-Îsa jî da zanîn ku wan ji koçberan re teqsîr nekiriye, lê dîsa jî kêm e û pêwîst e bêhtir alîkarî werin pêşkêşkirin.
    Ebdulkerîm El-Mûsa û Ehmed El-Îsa bang li saziyên navnetewî yên alîkariyan û aliyên ku piştgiriyê didin Meclîsa Sivîl a Reqqayê kirin ku beriya zivistan were, destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
    Amerîkayê beriya niha di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku welatiyên ji Dêra Zorê û Reqqayê ji ber bombebarana Rûsya û rêjîma Sûriyeyê koçberî herêmên di bin kontrola QSD’ê de dibin, lê Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ev yek red kir.
    (he)
    ANHA

    Top News