K24

    Hevkariya Tirkiye û Îranê bi ser nakeve


    ANF - Di van demên dawî de, nexasim piştî referanduma 25’ê Îlonê û radestkirina Kerkûkê, di navbera Tirkiye û Îranê de hevdîtinên li dijî Kurdan zêde bûn. Diyar e ku di van hevdîtinan de hin peymanên nû hatine çêkirin. Piştî van peymanan hin êrişan dest pê kir. Roja 4’ê Mijdarê balafirên artêşa Tirk herêma Asosê bombebaran kir. Tê gotin ku balafirên Îranê jî beriya van êrişan keşf kirine û koordînatên deverê dane Dewleta Tirk.

    Doh (12 Mijdarê) li dijî çiyayê Asosê êrîşek pêk hat. Li gorî hin çavkaniyan balafirên artêşa Tirk herêm bombebaran kirin, li gorî hin kesên li herêmê Îranê topbaran kir. Tişta rast ew e ku li çiyayê Asosê roja Yekşemê êrişek pêk hat û ev êriş mirov dikare weke êrişa hevpar a Îran û Tirkiyeyê bi nav bike.

    Çiyayê Asosê li derveyî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Li van herêman gerîllayên HPG/YJA-STAR’ê nînin. Diyar e Îran difikire ku endamên PJAK’ê li vir hene û ji ber vê yekê dide bombabaran kirin. Rayedarên partiyên Başûrê Kurdistanê jî weke her dem li hemberî van êrişan dengê xwe nakin!

    Îran û Tirkiye du dewletên li dijî hev in, hevdu qebûl nakin, di navbera wan de gelek nakokî hene, vîzyonên wan ên herêmî, civakî, mezhebî cuda ne. Lê tenê li ser dijminatiya Kurdan li hev dikin. Sedem jî ew e ku herdu welat jî dagirkerên li ser axa Kurdistanê ne, Kurdan, û bi taybet jî tevgera PKK’ê ji bo xwe weke tehlûke dibînin. Dema mijar bû PKK, hemû cudahiyan datînin aliyekî û li hev dikin. Ev rastiyek e, û Kurd vê yekê ti caran ji bîr nakin.

    Lê belê, rewşa li herêma Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bipêşketin û destketiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî vê refleksa hevpar a Tirkiye û Îranê pûç dikin, pêşiyê lê digirin, bê mane dikin, û kirine jî!

    Çima?

    Ji ber ku Tirkiye li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê li Bakur û Rojava winda kiriye. Bandora Tirkiyeyê li Başûr jî hatiye şikandin. Tirkiye ji aliyê leşkerî ve êrişan dike û dixwaze binketina xwe bide veşartin. Lê belê ji ber dijminatiya Kurdan li cîhanê û herême êdî bûye dewleteke bê bandor. Li herêmê hemû tişt hatine guhertin, têne guhertin lê belê Tirkiye tenê xwe naguhere. Dixwaze statûyên berê biparêze. Lê ew dem edî derbas bûye; bi siyaseta sedsala bihurî ev rewş êdî nameşe.

    Li aliyê din rejîma Îranê heye; ev welat xwe li Iraq, Sûrî û herêmê serketî nîşan dide. Lê belê ne wisa ye. Dawiya dawî şer wê were ber deriyê Îranê. Sîstema Îranê bi dijminatiya Kurdan wê weke Tirkiye û Sûrî bibe. Lê eger xwe biguhere û neyartiya Kurdan neke, dikare emrê xwe dirêj bike.

    Her wiha Îran, dibe ku heta qonaxekê hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomîne, lê Îran ji Tirkiyeyê biaqiltir e û ew ê xwe neavêje nava êgir. Tirkiye dixwaze Îran û Kurdan bi hev bide şerkirin, lê Îran dikare bi vê yekê nexape.

    Kurt û Kurmancî; çi dikin bila bikin tenê rêyek li pêşiya sîstemên dij-Kurd heye; windakirin!

    Her wiha li pêşiya Kurdan jî tenê rêyek heye; serketin. Lê belê serketin jî, bi xwerêxistinkirin, têkoşîn û yekitîyê dibe.

    ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

    Top News