K24

    Ji malbata Telal Weysî re sersaxî hate xwestin

    SERÊKANIYÊ – Welatiyên bajarê Serêkaniyê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê Telal Weysî kirin û ji malbata wî re sersaxî xwestin.
    Îro bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundên derdorê çûn serdana konê srsaxiyê yê şervanê YPG’ê Talal Weysî (Rodî).
    Şervanê YPG’ê Telal Weysî di pêngava Bagera Cizîrê ya li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû.
    Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Mabatên Şehîdan Îda Casim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku gelê Rojava bi saya şervanên xwe azad jiyan dike.
    Ji Kongreya Star jî Wehîda Elî axaftinek pêşkêş kir û got: “Em ji malbata Rodî re sersaxiyê dixwazin. Rodî bi xwîna xwe ya zelal xaka Rojava av da, her çiqas em bêjin jî em nikarin lehengiya şehîdên xwe bînin ziman.”
    Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD Bekir îsa axivî û ev tişt anî ziman: “Em careke din şehîdên qehreman oxir dikin. Tişta herî pîroz di gerdûnê de, şehadet e. Rûniştina me li vir, liv û tevgera me hemû bi saya xwîna şehîdên me ye. Pêwîşe em riya ku şehîdan vekiriye, dewam bikin û hemû daxwaz û xwestekên wan bi cih bînin.”
    ( he )
    ANHA


    Top News