K24

    Gerila li herêma Şemzînanê çalakî lidar xistin

    NAVENDA NÛÇEYAN- Gerilayên HPG`ê li herêma Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Raghandin û Çapemeniya HPG`ê wiha ye: “Roja 11’ê Mijdarê saet di 10.30 de, hêzên me li herêma Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.”

    Top News