K24

    Rûspî û şêniyên ku vegeriyan warên xwe spas aliyên peywendîdar kirin

    GIRÊ SPÎ – Rûspî û şêniyên 4 gundên navçeya Silûkê ku piştî du salan vegeriyan warên xwe, spasiya aliyên peywendîdar ku ew vegerandin warên wan, kirin.
    Şêniyên gundên Nis Tel, Xiwêra Kibîra, Xiwêra Sexîra û Recim Enwa yên dikevin rojhilatî bajarê Girê Spî ya girêdayî navçeya Silûk a herêma Firatê, bi merasîmekê ku ji aliyê Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk ve li Silûkê hate lidarxistin, vegeriyan malên xwe.
    Şêniyên gundên navborî ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ û bikaranîna wan weke mertalan, beriya du salan neçar man ku ji gundên xwe birivin. Piştî rizgarkirina wan gundan ji aliyê YPG`ê ve, ji ber mayîn û bermahiyên çeteyan, şênî nikarbûn vegeriyana warên xwe. Piştî ku gund ji aliyê tîmên taybet ve ji mayînan hatin paqijkirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û bi kordîneya bi aliyên peywendîdar re, şênî vegerandin gundên wan.
    Welatiyê bi navê Hemed Îbrahîm EL-Eyûf ê ji gundê Recim Enwa ye spasiya Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk û aliyên peywendîdar re, kirin.
    Hemed got ku çeteyên DAIŞ`ê gelek mayîn li gundê wan çandibû ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û aliyên leşkerî  destûr ne didan ku şênî vegerin malên xwe.
    Ji aliyê xwe ve yek ji rûspiyên Eşîra EL-Fedan şêx Micwiz Raya yê ku bi nave Ebû Dehiya tê nasîn got:”Bi saya xwîna şehîdan û bi saya şervanan gundê me rizgar bû û ji mayînan hate paqijkirin. Di heman demê de, şervanan mal û milkên me parastin”.
    Her wiha rûspiyê Eşîra Fedan ji ber vegera wan li warên xwe, spasiya  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û aliyên peywendîdar re û got ku bi saya saya xwîna şehîdan ew vegeriyan gundên xwe.
    Ji aliyekî din ve,  welatiyê bi navê Mehmûd EL-Hemed ê ji gundê Nis Tel got ku ji ber mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê li gundê wan çandibûn, ew  nikarîbûn vegeriyana malên xwe, lê piştî paqijkirinê û misogerkirina ewlekariyê, ew vegeriyan warên xwe.
    (bx/kc)
    ANHA

    Top News