K24

    Kordîneya di navbera Desteya Federal û komseriyê  de vegot

    HOGIR NECAR- AZAD SEFO
    NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Senherîb Bersûm diyar kir ku projeya federal yekîtiya xaka Sûriye û gelên wê misoger dike û got ku Komseriya Bilind û komîteyên wê ji bo pêkanîna hilbijartinan, erekdar e
    Piştî bi dawîbûna qonaxa yekemîn a hilbijartinên federal ên komînan li Bakurê Sûriyeyê, amadekariyên qonxa duyemîn a hilbijartinên (navçe, bajarok û kanton) têne kirin.
    Derbarê kordîneya xebatên hilbijartinên di navbera federaliya demokratîk û Komseriya Bililind a Hilbijartinan de, Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye Senherîb Bersûm axivî.
    Komseriya Bilind û Komîteyên wê ji bo pêkanîna hilbijartinan, erekdar e
    Senherîb Bersûm diyar kir ku wan wekî Desteya Rêveber di dema niha de ji bo birêveberina xebatên hilbijartinan tu komîte ava nekirine û got: “Komseriya Bilind a Hilbijartinan û komîteyên ji bo xebatên hilbijartinan erekedar e.”
    Bersûm destnîşan kir ku xebatên Desteya Rêveber di çarçoveya şopandina û birêveberina hilbijartinan de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî bidawîbûna dema wergertina bernamzetan, lîsteyaên bi navên bernamezetan ku ji lîsteyên ferdî û lîsteyên serbixwe pêk tê, hatin pêşkêşkirin. Li ser vê yekê, Komseriya Bilind a lîsteyan lêkolîn bike.”
    Senherîb Bersûm di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku diyarkirina navendên hilbijartinan û dengdanê, ji aliyê Komseriya Bilind û komîteyên wê hatine amadekirin û destnîşan kir ku Komseriya Bilind rê daye partiyên siyasî ku ew nûnerên xwe ji bo kontrolkirina xebatên hilbijartinan û jihevderxistina dengan bi xwe diyar bikin.
    Cûdahiya Di Navbera Hilbijartinên Komînan Û Rêveberên Herêmî
    Li ser ferqa di navbera hilbijartinên komînan û hilbijartinên rêveberên herêmî de, Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk Senherîb Bersûm got: “Rêbazê hilijartinên rêveberên herêmî ji yên komînan cûda ye. Di hilbijartinên komînan de her endamekê komînê hevserokên komîna xwe hildibjartin. Lê di hilbijartinên rêveberên herêmî de, lîsteyên girtî ku ji aliyê partiyên siyasî yên hevgirtî hatine pêşkêşkirin hene. Wekî din jî lîsteyên ferdî û serbixwe hene, xebatên vê hilbijartinê ji yên di girantir û kurtir e.”
    Bersûm di nava axaftina xwe de da zanîn ku hin qanûnên hilbijaretinê hene, ji aliyê Meclîsa Damezrîner ve hatine erêkirin, wekî din jî pîvanên ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinê ve hatine diyarkirin. Li aliyekî din jî biryarname derbarê dem, şert û mercên hilbijartinan hene. Senherîb got: “Mafê hemû pêkhate, ol û mezheb û netew hebû ku xwe bilbêjêrin. Her kesê ku karê hilbijartinê wergertiye ji mafê wan dengê xwe bide.”
    Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Senherbî Bersûm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya me ya ferdral jib o hemû gelên Bakûrê Sûriyeye projeyeke gîrîng e. Peyama min a ji bo gelên Bakurê Sûriyê ew e;  gavên ku em di avêjin pir girîng in, hilbijartinên demokratîk rastiya îradeya gelê ku dikare bi xwe, xwe bi rêve bibe, destnîşan dike. Ev proje pêşeroja me û azadiya gelê Bakurê Sûriyeye misoger dike û yekîtiya gelan di jiyana hevbeş û yekîtiya xaka herêmê misoger dike.”
    (bb)
    ANHA

    Top News