K24

    Çalakiyên propagandeyên namzetên hilbijartinên rêveberiyên herêmî dest pê kirin


    AZAD SÊFO / HOGIR NECAR
    NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan diyar kir ku piştî navên namzetên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hatine qebûlkirin, eşkere bibin, çalakiiyên propagandeyên namzetan dê tavilê dest pê bikin û di 29’ê vê mehê de bi dawî bibin.
    Tê payîn ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 1’ê kanûna 2017’an de bêne lidarxistin. Evan hilbijartin jî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federalîzmê ne ku ji sê qonaxan pêk tê. Di qonaxa yekemîn de hevserokên komînan hatin hilbijartin, di qonaxa duyemîn de jî rêveberiyên herêmî yên herêman dê bêne hilbijartin û qonaxa sêyemîn jî ango kongra gelên demokratîk tê payîn di 19’ê çileya 2018’an de bêne lidarxistin.
    Girêdayî mijara çalakiyên propagendeyên namzetan Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan re pêk anî.
    Izedîn Ferhan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Komîseriya Bilind  di derbarê giştî rewşa qanûnî ya hilbijartinan baldar e.
    Ferhan da zanîn ku piştî lêvegera hemû giliyan were kirin dê navên namzetên ku ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatine qebûlkirin bi awayekî fermî eşkere bikin û bi vê yekê re jî namzet dikarin çalakiyên propagandeyên xwe dest pê bikin.
    Ferhan got ku çalakiyên propagandeyê jî dê heta 29’ê vê mehê berdewam bike û di 30’yê vê mehê de jî bêdengiya beriya hilbijartinan pêk were da ku li seranserî herêma Cizîrê hilbijartin dest pê bikin.
    Çalakiyên propagandeyan
    Izedîn Ferhan di derbarê çalakiyên propagandeyên namzetan de jî got ku ji mafê hemû namzetan e ku çalakiyên xwe yên propagandeyê li dar bixin da ku bernameyên xwe yên hilbijartinan û armanca wan a beşdarbûna van hilbijartinan eşkere bikin û wiha anî ziman: “çalakiyên propagandeyê hemû dezgehên çapemeniyê, wêne, belavok û pankartan digire nava xwe.”
    Ferhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ne ji mafê namzetan e ku wêneyên xwe li ser avahiyên pîroz weke mizgeft û dêran daliqînin û wiha domand: “Eger namzetek an lîsteyek li cihên qedexe hatin daliqandin, komîserî wan agahdar dike da ku jê hilbikin, eger namzet an lîste ev yek pêk neanî, komîserî Şaredariya Gel agahdar dike da ku van wêne û lîsteyan bavêje û lêçûna wê jî xwediyê wêne yan lîsteyê tê xwestin.”
    Izedîn Ferhan hemû namzet hişyar kirin ku rêbazên zextê li ser hilbijêran nekin û wiha got: “Çênabe karmendên Rêveberiya Xweser dezgehên rêveberiyê ji bo propagandeya namzetan bikin.”
    Izedîn Ferhan da xuyakirin ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destwerdana çalakiyên propagandeyê nake û ev çalakî li ser milê namzet an lîsteyê ye û lêçûnên van propagandeyan jî ji Komîseriyê nayê xwestin.
    Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî çalakiyên hilbijartinan bibin û bi berpisyarî namzetên xwe hilbijêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em sîstemek nû ji Sûriyê re ava dikin, sîstema demokrasiya azad û zelal e, ev proje çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê ye.”
    Komîseriyên Bilind ên Hilbijartinan li hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê “Efrîn, Ferat û Cizîrê” navên namzetên ku dê beşdarî çalakiya hilbijartinan bibin duh ragihandin.
    (jh)
    ANHA

    Top News