K24

    Sochi  Îran û Tirkiyê dîn û har kir

    DILYAR CEZÎRÎ
    Di dawiya meha cotmehê de Astana-7 a derbarê Sûriyê de hate lidarxistin. Di vê civînê de hêzên wekî Rûsiya, Îran, Tirkiyê û herwekî din nikarîbûn  tu guhertinê di rewşa heyî de çêbikin. Astana-7 jî wekî Astana û Cinêvên ku berê hatin lidarxistin, ne dikarîn guhertinan derxîne holê. Piştî Astana 7 bi dawî nebû, “kongreya gelan a Sûriyê” ku dihate payîn roja 18’ê  vê mehê (mijdar) hatiba lidarxistin,ket rojevê. Rûsiya destpêkê di vê derbarê de lîsteya beşdarên kongreyê jî diyar kir. Di nava lîsteya hêzên hatibû vexwendin Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî hebûn.
    Tirkiyê û Îran dîn û har bûn
    Ji ber ku Rûsiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vexwendibû ji bo  kongreya Sochi , dewleta Tirk û Îran dîn û har bûn. Herdû alî di asta herî jor de ketin nava liv û tevgerê da ku ev yek pêk neyê. Eerdogan ji bo nûnerên Bakurê Sûriyê beşdar nebin tê payîn ku roja 13’ê mijdarê serdana Rûsiya bike. Ne diyare ka wê Serokomarê Tirkiyê Erdogan vê carê çi ji Pûtîn re bihêle û serê xwe çawa jê re bitewîne.
    Ez texmîn dikim vê carê wê Rûsiya ji Erdgoan bixwaze çawa Heleb xist bazarê û hişt ku çeteyên girêdayî wê ji hêzên rêjîmê re berda. Vê carê wê Erdogan fermanê bide çeteyên girêdayî xwe ku Idlibê ji Îranê û rêjîmê rebihêle. Tişta vê yekê jî piştrast dike daxuyaniyên rayedarê paybilind ê Îranê Elî Ekberî Wîlayetê ku dibêje wê Artêşa Sûriyê û hevkarê wê piştî Dêrazorê berê xwe bidin Idlibê. Yanî vê carê jî Erdogan ji bo rê ne de nûnerên Bakurê Sûriyê beşdarî kongre û civînan bibin, çi ji destê wî were bike.
    Îran rêjîmê birêve dibe
    Îran jî ji bo heman mijarê di asta herî jor de tevdigere. Heger em çend rojan şûnd de vegerin, Demek berê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Welîd Mulim, piştî li Rûsiya hevdîtin pêk anîn daxuyanî dan û got ku ew dikarin bi kurdan re hevdîtinan pêk bîn. Tiştê balkêş Muelim 2 caran daxuyaniyên bi vî rengî dan. Piştî daxuyaniyên Mulim û vexwendina Rûsiya ji rêveberiya xweser re, Tirkiyê û Îran ji her kesî zêdetir ku naxwzin statoyek kurdan di herêmê de hebe, ketin ser xetê. Daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed û daxuyaniya Şêwirmenda Serokatiya Sûriyê Buseya Şeban ên vê dawiyê jî vê yekê piştrast dike. Daxuyaniyên wan piştî serdana rayedarên Îranê ya ji Sûriyê re pêk hat. Di heman demê de piştî ku Elî Ekber Wîlayetî daxuyanî da û gefa dê Artêşa Sûriyê berê xwe bide Reqa da. Îran rêjîma Sûriyê bi tevahî birêve dibe û li şûna wan daxuyaniyan dide. Li ser vê yekê jî di navbera wan û Rûsiya de nankokî hene. Lê ji ber Îran li ser erdê di şerê li dijî DAIŞ’ê ku hîn bi dawî nebûye bibandore û ji ber ku Rûsiya û Îran dixwazin Ebû Kemal û sînorê Îraq û Sûriyê yê ji aliyê Dêrazorê ve bigirin, herdû alî zêde nakokiyên xwe dernaxin. Paşxisitna Kongreya Sochi  ku ji aliyê Rûsiya ve pêk hatiye jî peyamekî wiha diyar dike.
    Piştî DAIŞ ‘ ê wê çi guhertin pêk werin?
    Tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê bi hevkariya Îran, Rûsiya û Heşid Şebî bajarê Ebû Kemal ji destê DAIŞ’ê derxist. Şervanên QSD’ê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê gavên mezin davêjin. Yanî ihtîmala bidawîbûna DAIŞ’ê li Sûriyê nêzîk bûye.  Ihtîmala herî mezin ku nakokiyên Rûsiya, Îran û rêjîma Sûriyê piştî DAIŞ di Sûriyê de bi dawî bibe, derkevin. Daxuyaniyên rêjîma Sûriyê yên binakok jî vê yekê diyar dike.

    Top News