K24

    1’ê Mijdarê ji bo Kobanê an ji bo cîhanê?

    Ferhad Şamî
    Sê sal li ser ragihandina roja cîhanî ya Kobanê an jî wek ku hat bi nav kirin Roja rûmetê derbas bûn, Kobanê di van sê salan de pir mezin bû û fireh bû, nema çend tax û kolan, ne jî çend gund û zevî, ji xwe cîhan jî ji bo çend taxan daneket qadan, Kobanê bû hemû deverên ku li himberî DAİŞ’a hov got ez dikarim şer bikim û di şer de ser bikevim. Siya xwe ya berxwedêr li pir cîhan belav kir û di bin siya wê de gelek dewlet, hêz û derdoran agahiyên binketina paytexta qaşo xilaftê bi rûmetî ragihandin.
    Belkî cara yekemîn bû ku cîhan ewqasî ji bo kurdan dadikeve qadan, lê gelo raste ji bo kurdan bû?, hestên gel ku bi qehremantiya keç û xortên kurdan bilind bû nayên guftogo kirin, di bingeh de bawerî girtin ji wê qehremantiyê bû û bawerî dayîn bû ku wê Kobanê bi serkeve û mirovatiyê bi ser bixe. lê yên hêzên siyasî gelo ji bo çi bû? Gelo ew roj ji bo kurdan bû an jî ji bo xwe bû, cîhan ji bo Kobanê an jî ji bo xwe rabû, gelo heger Kobanê li himber DAİŞ’ê bi ser neketiba wê neha li ku ba, û rewşa cîhanê wê çi ba, kesên xwedî çek û artêş wê kîjan cil li xwe kiriban û bireviyana mîna leşkerên artêşa Iraq û Sûriyê yê?.
    Balkêş bû bi hemû zimanan were nivîsandin Kobanê, her kes bi rengê xwe, bi bawerî û îdeolojiya xwe ji bo Kobanê dekeve qadan, jinên Efganistanê ku belkî heta wê rojê dîtina Kolanê jêre qedexe bû dakeve kolanan û Kobanê biqîre, ewqasî Kobanê, ewqasî kurd, ewqasî ramanê mirovatiyê, di hemû çalakiyên wê rojê de wisa dihat gotin.
    Diyar bû, dema hêvî hebe, hêzek bê çek li himber terora bê sînor li ber xwe bide, hêzên cîhanî zû bi zû li himber çeteyan dikarin bighêjin hev, projeyan dînin, Koalisyonan ava bikin û li himber terora Daişê belafirên xwe rakin, bêyî ku destûra sîstemên heremî bixwazin cihê ku bixwazin dikarin lê bidin, baragehên çeteyan biruxînin, erkê ku hêza li ser erdê şer dike tevî zehmetiyan jî mîna YPG / YPJ danî pêşiya wan jî ev bû. Cîhan ji bo gelên xwedî hêz û maf encex derkeve qadan.
    Lê dîsa, rojek tenê be jî di dîrokê de Kurdan hîs kir ku ew ne bi tenê ne, belkî qurbaniyên ku kurdan dan li beramber tiştên ku ji cîhanê girtin dehqat be jî, lê carek be jî cîhan li xwe mikur were ku kurd ji bo ewlehiya hemû gelan şer dikin û xwe feda dikin têrê dike ku berxwedaniya kurdan bi sedê salan li ser zimana bimîne û kurd neyên qir kirin û jibîr kirin, di wateya xwe de çiqasî zor hebe, çiqasî êrîş hebin, kurd ji ketinê hez nakin, cîhanê ev dît û bawer kir, û îro jî li her derê pesnê vê tê dayîn, hin derdor pê kêf xweşin û hin jî jê tengezarin, ew jî tên nas kirin, ji xwe di dema ku kobanê pişta DAİŞ dida erdê, li ser zimanê wan kesan ku serkêşiya wan Erdoxan dikir kobanê diket, lê yê ket ew bûn, hêviyên wan bûn, û kobanê û cîhan bi ser ket, rabû û bi xwe re hestê azadî û berxwedanê yên pir gelan rakir.
    Di encam de piştî sê salan ji wê rojê hîn jî xwîna şervanên azadiyê ku li ser dîwarên Kobanê destan nivisandî dibiriqe û zuha ne bûye, kunê ku di dîwara de hatiye vekirin û mewziyên ku hîn jî israra mabûnê û vîna berxwedanê diaxive, diyar dike ku çiqase leheng, derwêş, evîndarên gel û axê li kobanê di nava çembera çeteyên ku ji 60 dewletên cîhanê û çekên sê artêşên heremê şer dikirin, dikeniyan, hevaltî dikirin, û ji bo cîhana bi rûmet soza serkeftinê dan û bi ser ketin.
    Lê hêjaye ku carekî din cîhan û di serî de kurd û gelên bakurê sûryê bipirsin ev hemû ji bo çibû, wê çaxê wê ne rojek lê dem hemû bibe yê kobanê û ramanêkuû kobanê bi ser xist, dinya pê hesand, û pêşde bir.

    Top News