K24

    Qaşo dê serxwebûn îlan kiriban!

    Ferhat Feraşîn
    Ji dema ku serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ku piştî pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Başûr û vir ve, di heman demê de hevdîtinên MİT’a Turk, AKP′ê, Îran û parastina istixbareta Başûrê Kurdistanê ku li hev civiya bû, bi yek biryarê pêvajoya referandûmê bi serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî dan qebûlkirin. Li pişt van hevdîtinan pilanên pir qirêj li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dihatin amadekirin. Bi bicihkiria MÎT′ Tirk li hewlêrê û avakirina navenda perwerdey Başika ku bi destê hêzên Tirkiyê Pêşmergên Kurdistanê tên perwerdekirin, qaşo da li dijî çeteyên DAIŞ′ê şer bikin. Di bin navê vê perwerdeyê de li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebçeyê bi destê MÎT′ê Tirk û hêzên Zêrevan xebatên sixûrtiyê didan meşandin.
    Di gotinên Barzanî de xuya dikir ku aramanca ji perwerdekirina Pêşmergeyên Roj ne şerê li dijî DAIŞ′ê bû, lê armanc şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê bû. Her wiha amadekariya şerê li dijî gelê Şengalê (ku di sala 2014’an de rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê hat) bû.
    Ev plan ji aliyê Tirkiye, PDK′ê, Iraq û Îranê ve hatin amadekirin
    PDK′ê di çarçoveya planeke ku ji aliyê diminên Kurdan ve hatiye amadekirin, herêmên Kurdan radestî artêşa Iraqê û Haşdî Şabî kirin. Ji dema destpêkirina şerê li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê heya roja me ya îro, dijminên Kurdan di nava pelanek wisa de bû ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bikin.
    Ev plan ji dema ku civinên Cinêv û astanayê pêk dihatin de, dihatin amadekirin. Dema ku rayedarên PDK′ê û ENKS’ê di civînên Cinêv û Astanayê de amade dibûn, li gel dewletên navneteweyî yên weke ″Tirkiye, Îran, Îraq, Rûsya û DYA″ nedixwestin ku Kurd tevlî van civînan bibin, da Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî stato.
    Her wiha radestkirina herêmên Kurdan jî di van civînan de hatibû plankirin. Ev plan di roja me ya îro de derdikevin holê û dikevin pratîkê.
    Armancên van planan têkbirina Kurdan bû
    Ev plan ji aliyê MİT’ê Tirk, PDK, AKP, dewleta Îsraîl û Îranê ve dihatin kirin. Yekem armanca ji van planan tesfiyekirina rêveberên PKK’ê bû û ji bo pêkanîna vê yekê ekîbeke taybet ji endamên MÎT’ê Tirk yên payebilind hat avakirin. Ev ekîb negihîşt armanca xwe û ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat girtin û niha di destê wan de ne.
    Hikûmetên AKP’ê û PDK’ê dixwestin bi riya referandûma ku wê ji aliyê serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê ve hatibana ragihandin, hemû planên li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêk bianiyana. Tevî ku di behsa referandûmê dihat kirin û referandûm li ber derî bû, MîT’ê Tirk û Parastina Îstixbareta PDK’ê li Herêmên Parastina Mediya di nava tevgerê de bûn ku rêveberên PKK’ê yên di asta herî jor de, tesfiye bikin. Lê ev plan bi serneket û hê ji li dijî Tevgera Azadiyê planên cûda didin meşandin.
    Lingê planê yê duyemîn jî  ew bû ku Pêşmergeyên Roj di 3′yê meha Adara sala 2017’an de bi alîkariya MÎT’ê Tirkan êrîşî herêmên Xansor û Sinûnê yên girêdayî Şengalê kirin. Piştî van êrîşan, Serokê herêma Başurê Kurdistanê Mesût Barzanî çû Enqereyê, bi Serokê MÎT’ê Tirkan Hakan Fîdan re rûnişt. Piştre jî Barzanî bi Serok Wezirê wê demê Binalî Yildirim re hevdîtin pêk anî û derbarê hebûna PKK’ê ya li Şengal û Başûrê Kurdisanê nîqaş kir. Piştî ku Barzanî vegeriya herêma Kurdistanê, planên ku di hevtinên li Tirkiyê de hatin nîqaşkirin, ketin meryetê. Piştî van hevdîtinan PDK’ê ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kir û careke din dijminatiya xwe ya li hember şoreşa Rojavayê Kurdistanê destnîşan da.
    Lingê sêyem ê van planên qirêj yên li dijî gelê Kurd jî ew bû ku AKP’ê nikarî bû îradeya gelê Kurd bişikanda. Ji ber vê Serok Wezîrê Tirkiyê Erdoxan ji bo ku êrîşî Kantona Efrînê bike berê xwe da Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Trump re hevditin kir û daxwaz jê kir ku bikeve Idlibê . Piştî hevdîtina Erdoxan û Trump, Erdoxan berê xwe da Rûsya, bi Putîn re hevdîtin kir û plana xwe ya li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê (taybetî Kantona Efrînê) xist meriyetê.
    Li gel van hewldanan dema ku Erdoxan li ser televizyonê diaxivî, digot ku ew naxwazin Kobaniyeke duwemîn çêbibe. Bi van gotinan Erdogan eşkere kir ku ew ê Idlibê dagir bike,  êrîşî Kantona Efrînê bike û herêmê dorpêç bike. Ji xwe dema ku Serok Wezîrê Tirkiyê Erdoxan bi Rûtîn re hevdîtin pêk anî, Rûsya û Rêjîma Baas li Dêrazorê êrîşî şervanên YPG/QSD’ê kirin. Êrîşên Rûsya û Rejîmê yên li ser noqteyên QSD’ê bi êrîşên çeteyên DAİŞ’ê yên li dijî şervanan hemwext bûn.
    Ev yek diyar dike ku ev êrîş hemû bi yek biryarê pêk hatin. Armanca ji vê yekê rawestandina pêşveçûna hêzên Kurd li Reqa û Dêrazorê. Lê belê ev jî bi ser neket û bi saya şervanên jin yên YPJ-YJŞ’ê navenda çeteyên DAÎŞ’ê (Reqa) hat rizgarkirin.
    Vê carê êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê kirin
    Planên li dijî gelê Kurd ên ku bi destê AKP/PDK′ê, Îran û MÎT’ê Tirk hatin kirin, bi êrîşên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê didomin. Ji ber planên wan ên destpêkê bi ser neketin, dewletên weke Tirkiye, Îran û Îsraîl ji bo ku herêmên  Kurdî ji dest Kurdan derbixin, referandom û serxwebûna  Kurdistanê xistin rojevê. Ji xwe diyar bû ku armanca wan a yekem ji vê planê tesfiyekirina hebûna Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bû. Li aliyekî din jî DYE’ê dixwest ku li Başûr hêza çekdar a bi navê Haşdî Habî ya girêdayî Îranê têk bibe da ku hêza Îranê li herêmê bê bandor bibe.
    Wek me dît, PDK’ê li Başûrê Kurdistanê herêmên Kurdan radestî artêşa Iraqê û hêza Haşdî Şabî kirin. Ji xwe ne dûre ku mirov bêje ev yek ne bizanabûn hatiye kirin, ji ber ku her tişt li ber çave. Dema ku behsa referandûma Başûrê Kurdistanê dihat kirin, her çendî ku artêşa Iraqê û hevalbendên wê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan didan jî, lê Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî bi îsrar digot ku ew ê serxwebûna Kurdistanê îlan bike. Ev yek ne tenê ji aliyê Barzanî ve dihat birêvebirin, lê dîsa ji aliyê hikûmeta Erdogan, PDK′ê, Îran bi serkêşiya dewleta Îsraîl dihat birêvebirin.
    Piştî ku referandûma Başûrê Kurdistanê hat kirin, li Başûr di navbera Hikumeta Navendî û herêma Kurdistanê de nakokî hîn zêdetir bûn. Despêkê Hikûmeta Navendî ji bo ku êrîşî herêmên Kurdan bike, ji bo Hikumta başûr biryarî û rêzikname derxistin. Di heman demê bacên ku ji bo pêşmergeyan dihatin dayîn hatin qutkirin. Her wiha ji herêma Kurdistanê xwest ku bajarê dîrokî yê ku ser bi herêma Kurdistanê ye ″Kerkukê″ radestî Hikûmeta Navendî bike. Di heman demê Hikûmeta Navendî xwest ku deriyên sînor ên di destê Hikûmeta Başûr de radestî kirin wê werin kirin. Tevî van hemû nakokiyan jî Hikûmeta Başûr (guh neda) Hikûmeta Navendî (heval ji xwe hikûmeta başûr û ya navendî bi hevre heman planê didin meşandin, gelo bi nêrîna we gotina guh neda guncawe?) . Di dawiyê de jî bi planeke qirêj herêmên Kurdan ″Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Germiyan, Xaneqîn, Xurmato, Guwêr û herî dawî jî bajarokê Pirdê″ radestî artêşa Iraqê kirin da Tevgera Azadiyê li Başûrê Kurdistanê tune bike.
    Bi radestkirina van herêman dixwazin çi bikin?
    Bi radestkirina van herêman, Hikûmeta Navendî dixwaze li gel dewleta Tirk û Îranê, gelê Kurd yê li Başûrê Kurdistanê û hebûna PKK’ê li Başûr tesfiye bike. Eger ku ev yek bi ser bikeve wê bi planên cûda li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastina Mediyayê jî dest bi tevgerên êrîşkirinê bêne kirin. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk, Îran û Israîlê ve hatiye organîzekirin, PDK′ê û hêzên din jî di nava van planan de cihê xwe digirin.
    Di vê rewşê de du texmînî hene, ya yekem li hemberî Tevgera Azadiyê konsepta tunekirinê, ya duwem jî bi destê DYE’ê û Israîlê hêzên Haşdî Şabî li hemberî Kurdan sorkirin. Her wiha tunekirina artêşa Şia ya bi navê Haşdî Şabî. Bi vê yekê Kurd wê bikevin nava şerekî mezin de. Lê îro tişta ku tê xûyakirin ew e ku Tevgera Azadiyê û sekna gelê Başûrê Kurdistanê ev plana ku serkêşiya wê Barzanî dikir, vala hat derxistin û Barzanî neçar ma ku dîsa berê xwe bide Bexdayê. Di vê rewşê de encama referandom ku qaşo ji bo serxwebûna Kurdistanê dihat binavkirin, vala derket.
    Vegera Barzanî ya li Bexdayê, tê wateya ku bêçaretî û teslîmbûyîna malbata Barzanî û PDK’ê ye. Di pêvajoya demên pêş de tê xûyakırın ku wê Hikûmeta Navendî xwe bikişîne xeta parêlel (navê herêmekê ye?) ya 36’emîn ya di 2004’an di bin desthilatdariya rejîma Sedam Hûseyîn de bû. Ji aliyekî din ve jî, şikestina Hikûmeta Başûr li hemberî artêşa Iraqê di cîhanê de şermeke mezin û dîrokî bû. Ev şikandin wê di warê leşkerî, siyasî, aborî û çandiniyê de pir bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê bike. Li gorî rewşa heyî pêwîste gelê Kurd çav vekirî be, di ferqa lîstokên ku tên kirin de be. Pêwîste berpirs û serkêşên planên tunekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, ji aliyê gelê Kurd ve were darizandin û cezakirin.

    Top News