K24

    Dagirkeriya Tirkiyeyê di Sûriyeyê de metirsîdar e

    SIL ÊMAN EHMED
    EFRÎN – Dewleta Tirkiyeyê bi hevkariya komên çete yên girêdayî AKP’ê hewl dide, êrîşî Helebê bike û serweriya riyê bazirganiyê ya di navbera Asya û Ewropa de bike. Her wiha hewl dide riyeke deryayî ji çeteyan re vebike. AKP’ê bi rêbazekî nû hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li Rojhilata Navîn vejîne.
    Piştî hevpeymana Astana 6 hêzên dewletên misogerkar Rûsya û Îranê rê li pêşiya hêzên Tirkiyeyê vekirin ku derbasî axa Sûriyeyê bibe. Artêşa Tirk di wîlayeta Hatay re bi riya deriyê sînorê Bab El-Hewa ya nêzî bajaroka Sermeda ya parêzgeha Idlibê ku di bin serweriya Desteya Rizgariya Şamê (Cebhet El-Nusra) de ye derbasî Sûriyeyê bû. Hêzên Tirkiyeyê niha li ser sînorên herêma Efrînê ji aliyê devera Cindirês û navçeya Şêrewa ve bi cih bûne.
    Hêzên Tirkiyeyê sînorên îdarî yên parêzgeha Idlibê derbas kirin û gihîştin deverên nêzî bajarê Helebê, ango hêzên Tirkiyeyê li gundê Tamûra, Daritizê û herêma Etarib bi cih bûne û di navbera wê û bajarê Helebê de tenê çend kîlomître hene. Êdî Tirkiyeyê li ber deriyê bajarê Helebê ye.
    Têkiliyên di navbera AKP’ê û Cebhet El-Nusra de gelekî “baş” in, ji ber vê yekê di bin çi sedeman de be, nepêkan e ku Tirkiye û El-Nusra li dijî hevûdu şer bikin. Niha Tirkiye hewl dide El-Nusra ji Idlibê û ji herêmên di bin serweriya wê de ne, bi awayekî hêdî hêdî û bê pevçûn derbixîne. Ev tevgera Tirkiyeyê bi heman rengî li Cerablûsê pêk hat, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajar di nava şev û rojekê de radestî Tirkiyeyê kirin.
    Lihevhatinên di navbera Cebhet El-Nusra û Tirkiyeyê de hişt ku guman li ba rêjîma Sûriyeyê çêbibin û daxwaza derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê bike, lê piştî çi! Piştî ku êdî Tirkiyeyê ji bo pêkanîna xewna dagirkeriya Osmaniyan gihîşt ber deriyê bajarê Helebê.
    Pilana Tirkiyeyê ya niha jî ew e ku dê komên girêdayî xwe derbasî deverên rojavayê bajarê Helebê yên weke “El-Raşidîn, Melah, Etarêb, Qubtan El-Cebel, Cemhiyêt El-Zehrai, Enedan, Heyan, Hirêtan û Kefer Hemra” bike. Evan dever jî li rojava û bakurê bajarê Helebê dikevin û tenê çend kîlomître ji bajarê Helebê dûr in.
    Bajarê Helebê ne di nava herêmên kêmpevçûn de ye, ev yek jî metirsiya êrîşên komên girêdayî AKP’ê û bi alîkariya Tirkiyeyê li dijî bajarê Helebê zêde dike. Her wiha metirsiyê li ser herdu bajarokên Şîayî Nubol û Zehrai yên li bakurê bajêr zêde dike.
    Eger çete êrîşî bajarê Helebê bikin, Tirkiye dê weke bê alî xwe nîşan bide û dê bi awayekî veşartî alîkariya van êrîşan bike da ku daxwazbilindiyên xwe yên li Helebê û herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk bîne, nemaze ji ber ku ji bo dagirkeriya Osmaniyan nû li Rojhilata Navîn, xwedî girîngiyeke stratejîk e.
    Çavbirçîbûna Tirkiyeyê ewe ku parêzgeha Idlibê bi herêmên Şehba ve girê bide da ku zexteke mezin li ser hêzên siyasî û leşkerî yên têkldarî aloziya Sûriyeyê bike. Her wiha ji bo helwesta xwe di siyaseta derve de berûvajî dema niha, xurt bibe. Daxwaza Tirkiyeyê ne tenê girêdana Idlibê bi Şehba re ye, lê belê Tirkiye dixwaze riya bazirganiyê di navbera bajarên Dîlok, Reqa û Mûsilê de vebike, da ku karibe serweriya bazirganiya di navbera Asya û Ewropa de bike û bi taybet bazirganiya petorlê, nemaze cihê Sûriyeyê xala girêdana di navbera Ewropa û Asyayê de ye.
    Tirkiye bi van hewldana hewl dide herêma Efrînê û herdu bajarokên Şîayî Nubol û Zehrai dorpêç bike û êrîşên mezin li dijî giştî herêmên Helebê bide destpêkirin.
    Çima Tirkiye dixwaze herêmên Şehba bi parêzgeha Idlibê ve girêbide? Li gorî helwesta Tirkiyeyê, dê êrîşî bajaroka Arfad (Til Rifeet) û devera Cindirêsê ya kantona Efrînê bike. Lê ev daxwaza Tirkiyeyê ne pêkan e pêk were, nemaze ji ber ku pêkhatebûna van herêman hevgirtî ye û ti carî dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin. Her wiha pêdiviya êrîşeke li dijî Arfad û Cindirêsê bi hêzeke leşkerî û cebilxaneyeke mezin heye.
    Senaryoya yekemîn a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ya girêdana herêmên Şehba bi parêzgeha Idlibê ve ew e ku dê êrîşeke berfireh û bi alîkariya bê sînor a Tirkiyeyê ji aliyê “Kefer Hemra, El-Lêremûn û riya Kastêlo” li dijî taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê bidin destpêkirin.
    Senaryoya duyemîn jî ew ku dê ji aliyê devera “Fafîn, Til Medîq û Til Cîcan” ên girêdayî herêma Şehba heta herêmên di bin serweriya hêzên Îranê de ne ku yek ji aliyên misogerkar ên danûstandinên Astanê ye, êrîşan li dijî herêmên rizgarkirî bide destpêkirin.
    Eger Tirkiye karibe vê pilana xwe pêk bîne, serweriya wê dê li herêmê zêde bibe, ev yek jî ne li gorî daxwaza rêjîma Sûriye, Îran û Rûsyayê ye ji ber ku metirsiyekê li ser bajarê Helebê û herdu bajarokên Şîayî Nubol û Zehrai çêdike.
    Lê çima Tirkiye dixwaze li dijî van herêman êrîşan pêk bîne? Tirkiye bi van êrîşên xwe hewl dide serweriya xeta baizrganiyê ya di navbera Idlibê û herêmên Şehba de bike û alternatîfekê ji xeta herêma Efrîn-Idlibê re peyda bike. Nemaze ji ber ku ev xeta bazirganiyê, herêmên rojhilatê Helebê û herêmên rojavayê çemê Feratê bi Idlibê ve girê dide û di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.
    Her wiha destwerdana Tirkiyeyê di parêzgeha Idlibê de metirsiyê li ser parêzgeha Hemayê ya di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê de ye, çêdike. Bi vê yekê rê li pêşiya çeteyên Cebhet El-Nusra tê vekirin ku êrîşên berfireh li dijî gundewarê Hemayê ji aliyê başûrê ve bidin destpêkirin, da ku karibin bigihêjin herêmên di bin serweriya komên çete yên li bajarokên Resten û Telbîsê.
    Tirkiye jî ji Cebhet El-Nusra dixwaze ku êrîşî bajaroka Cisir El-Şixor bike. Ev bajarok jî weke spartgeheke çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê ku alîkariya xwe ji Ixwan Muslimîn û AKP’ê werdigire gelekî guncaw e. Ji vê deverê jî dê karibe riyeke deryayî ya (derya Spî) vebike. Di encama vê yekê de cara yekemîn çete dê karibin bigihêjin derya û dê metirsiyeke mezin li ser Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn çêbikin.
    Gelo dagirkeriya Osmaniya nû ya bi serkêşiya AKP’ê dê bi ser bikeve?
    Piştî ku dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê derbasî sînorên îdarî yên bajarê Helebê bûn, rêjîma Sûriyeyê êdî metirsiya Tirkiyeyê nas kir. Piştî ku Tirkiye destwerdana Idlibê kir, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê wiha got: “Ti girêdana vê dagirkeriya Tirkiyeyê bi danûstandinên di navbera hêzên misogerkar de tune ye. Lê belê Tirkiye bi vê tevgera xwe van lihevkirinan binpê dike. Divê rêjîma Tirkiyeyê li gorî lihevhatinên Astanayê tevbigere.” Wezaretê her wiha banga derketina hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê kir û piştrast kir ku ev destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de dagirkeriyeke eşkere ye û Tirkiye nikare hincetekê ji vê dagirkeriyê re bibîne.
    Eger Tirkiye û çeteyên wê cesaret girtin û nêzîkî nêzîkî navenda bajarê Helebê bibin, bê guman dê li hemberî rêjîma Sûriye, hêzên Rûsya, hêzên Îranê û Hizbullah bikeve nava pevçûnan û di encamê de aloziya Sûriyeyê dê girantir bibe. Her wiha şerekî dijwartir di navbera van hêzên têkldarî aloziya Sûriyeyê de derbikeve.
    Lê tevgera Tirkiyeyê ya ji bo êrîşên li dijî herêma Efrînê û herêmên Helebê yên di bin serweriya YPG’ê de ne, Tirkiyeyê li hemberî hemleyeke bersivdar rû bi rû dihêle û dibe Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) deverên (Cerablus, Çoban Beg ‘El-Rahî’ û Ezazê) yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne ji destên Tirkiyeyê derbixîne. Bi taybet piştî ku bajarê Reqayê bi temamî hate rizgarkirin û êdî çeteyên DAIŞ’ê li giştî Sûriyeyê li ber tunebûnê ne. Ji aliyekî din ve berûvajî gelek herêmên Sûriyeyê, herêma Efrînê bi hevgirtina pêkateyên xwe hatiye parastin û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve li hemberî ambargo û êrîşan li ber xwe dide.
    (jh)
    ANHA

    Top News